Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê ji bo 3 rojan li Stenbolê kon vedide. Şano, dê bi lîstina xwe "Mirina Jeanne d'Arcê ya Din" sê caran derkeve pêşberî temaşevanan.
Lîstika şanoyê 'Mirina Jeanne d'Arcê ya Din' ji aliyê Stefan Tsanev ve hatiye nivîsandin û Berfîn Emektar derhêneriya wê Berfîn Emektar kiriye. Lîstika ku Dilawer Zeraq wergerandiye, Nurşen Adiguzel, Yavuz Akkuzu û Ozcan Ateş têde dilîzin.
Lîstik bi ser efsaneya Jeanne d'Arc re, mirov, kes, ol, neteweperestî dide ber rexneyê. Lîstika bi hêmanên komediyê hatiye xemilandin, li hemberî bîrdoziya serdest serketina kesan bi xwe bi xwe tîne ser dikê.
Şanoya Bajêr a Amedê vê payîzê yekemîn car ew derxistibû ser dikê. Piştî hin bajarên Bakur, vê carê li bajarekî din ê mezin ê kurdan, li Stenbolê tê lîstin. Di vê tûrneyê de roja 24'ê mehê li Navenda Çanda Bariş Manço ya li Avcilarê, 25'ê mehê li Navenda Çanda Mustafa Saffet a li Ataşehîrê û 26'ê mehê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Şîşliyê dê bê lîstin. Lîstik saet 20.00'an de tê lîstin. Lîstik 60 deqîqe ye.
Ji bo têkilî: 0530 308 2933