Diyarname
Li Îtalyayê ji bo "rejima yek kesî" roja 4'ê mehê referandûm hebû. Li gor saeta Tirkiyeyê bi şev saet 01'ê de sindoq hatin girtin û jimartina dengan çêbû. Îtalyanan bi "na"yê pêşî li vê rejîmê girt û Serokwezîr Renzi got ew dê îstîfa bike.
Zagona Bingehîn a Îtalyayê di sala 1948'an de hatiye çêkirin. Bi vê zagonê karker û kedkaran li dijî monarşiyê serketina xwe nîşan dabû. Li gor zagonê di rêveberiya welat konsey heye. Serokwezîrê Îtalyayê Mattero Renzi zagonek nû çêkir ku bi vê zagonê konsey ji holê radibe, zagona heyî diguhere. Pêre jî rejima rêveberiya yek kesî dihat. Zagona nû birin referandûmê, Li gor encamên ne fermî sedî 59,95 ji bo zagonê gotiye "Na" û sedî 40,05 dengên "erê" dane.
Li welat 20 herêmên hilbijartinê hene. Herêmên Toscana, Emilia-Romagna û Trentino-Alto Adige ne têde hemû herêman got na. Gel eleqe nîşanî referandûmê da. Ji 46 mîlyon û 714 hezar û 950 hilbijêrî sedî 65 çûne cem sindoqê û deng dane. Bi vê yekê gel pêşî li zagona nû girt. Serokwezîrê ÎTalyayê Renzi piştî encam diyar bûn daxuyanî da û got ku dema encamên fermî diyar bibin ew dê îstîfa bike. Renzî diyar kir ku ji bo encamê ew xemgîn e, zagona bingehîn ku hikumet li ser xebitiye gel jêre gotiye na û wisa got: "Eniya nayê bi ser ket. Gelê Îtalyayê bi awayekî zelal û eşkere bersiva xwe da. Ev têkçûnek zelal e. Ev têkçûna min e. Ez berpirsiyarî digirim ser xwe. Dema min dixwest ez kursiya senatoran ji bin wan bikişînim, kursiya min ji bin min hat kişandin."