QAMIŞLO
7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî (Sala Melayê Cizîrî) bi xwendina helbestan li Qamişloyê dest pê kir. Îsal pêşbirka mîhrîcanê li ser helbestan e û çalakiyên wê heta 3'ê mijdarê/kewçêrê didome.
Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 7'emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya bi sala helbestvan Melayê Cizîrî dest pê kir.
Mîhrîcan li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê bi amadebûna nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, nûnerên Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM dest pê kir.
'WÊJE CIVAKÊ PÊŞ DIXE'
Li ser navê Rêveberiya Xweser Cîgira Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Mariya Aho axivî û diyar kir ku ev 7 car in mîhrîcan tê lidarxistin, ev yek jî bi saya însiyatîfa wêjevan û rewşenbîrên li herêmê pêk tê û wiha got: "Wêjevan zanebûn û haydarbûnê pêşkêşî gelan dikin û wêje bi parastinê ava dibe, bi xwe re jî civakê pêş dixe."
'ARMANC NIVÎSKAR Û HELBESTVANAN BÎNE BA HEV'
Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Silêman Mehmûd jî da zanîn ku armanc ji lidarxistina mîhrîcan û pêşangehên wêjeyî ew e nivîskar û helbestvanên li herêmê bînin ba hev, da ku derbasî nava pêşbaziyeke bibin, wisa jî asta xwe pêşbixin û wiha domand: "Ji serê sala 2023`yan ve amadekariyên mîhrîcanê têne kirin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk mîhrîcan carekê taloq bû."
MELAYÊ CIZÎRÎ TÊ BIBÎRANÎN
Mehmûd destnîşan kir ku mîhrîcana îsal bi berhemên ji Kurdistanê û derveyî welat zengîn bûye û ew ji bo parastina wêjeya kurdî û berevaniya li ber êrîşên qirkirinê yên li dijî wê, mîhrîcana îsal bi navê Melayê Cizîrî li dar dixin.
Piştî pêşandana senvîzyonekê li ser jiyana siyasetmedar, helbestvan û nivîskar Osman Sebrî, ji Koma Pargîn çend kilamên kurdwarî hatin gotin. Helbestvan Kurdiyar Dirêî û Dilyar Osê helbestên xwe yên bi zimanê kurdî ji beşdaran re gotin, dûre helbestvan Samir El Şomerî û Mistefa El Hac jî helbestên xwe yê bi zimanê erebî li pêşberî beşdaran pêşkêş kirin.
SERKETÎ DÊ BÊNE XELATKIRIN
Di 6`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî de, ku pêşbaziya wê li ser romanê bû, çend nivîskar hatin xelatkirin. Îsal jî di mîhrîcanê de berhemên wan ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatin çapkirin. Navên romanan wiha ne: Qolincên Nûjiyanê ya nivîskar Kamran Simo Hedilî, Roj di çavên me de direqisî ya nivîskar Senaa Hacî, Bîlêta vegera li Kobanî ya nivîskar Ciwan Silo û Di daîreya mirinê de li wan digerin a nivîskar Ebd El Cabir Hebîb.
Îsal pêşbaziya mîhrîcanê li ser helbestan e, wê roja dawî, roja 3'yê mehê helbestvanên serkeftî werin xelatkirin.
- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname…
- Malper: http://diyarname.com
- Twitter: https://twitter.com/diyarname1
- Facebook: http://facebook.com/diyarname
- Instagram: https://www.instagram.com/diyarname1/
- Mail: diyarname@diyarname.com