logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Qadên Newrozê hatin xemilandin

Îro li gelek bajaran gel hat ba hev û bi coş Newroz pîroz kir. Di Newroza Amedê de peyama gelê Efrînê jî hat xwendin.

  • Dîrok: 21/03/2018
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Îro li gelek bajaran gel hat ba hev û bi coş Newroz pîroz kir. Di Newroza Amedê de peyama gelê Efrînê jî hat xwendin.


AMED
Ji serê sibê de gelê Amedê ber bi qada Newrozê ve herikî. Hêzên ewlehiyê yên dewletê astengî derxistin, binçavkirin û girtin hebûn berî Newrozê û li qadê jî bi sedema 'li cem wan malbata wan nÎn e' kesên temen bin 18'e re nehiştin herin qadê. Her wiha polîsan pênûsên rojnamegeran jî kom kirin. Ligel her tişt gel li qadê bû. Diruşma "Bijî Berxwedana Efrîne" her bilind bû.

Hevserokê Merdînê Ahmet Turk (ê ku dewletê ji kar girt û kayûm şand cihê wî) axivî û got: "Em îro ji demek dîrokî re derbas dibin. Li ser gelê kurd polîtîkayeke qirêj dimeşînin. Dema em li paşerojê dinêrin ji em dibînin polîtîkayeke wisa hatibû meşandin. Li Agirî, Dêrsim, Helebçeyê gelê kurd hatibû qetilkirin. Lê van yekan qet nekarî kurdan ji têkoşîna azadiyê bi dûr bixe. Niha jî êrîşê Efrînê dikin. Yên bibêjin qey bi êrîşa Efrînê desthilatdariya xwe xurt bikin bila bizanibin ku ew dê bi temamî têk herin. Me Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de hat kuştin ji bîr nekir, ew şehîdê Newrozê ye. Têkoşîna azadiyê têkoşîneke demdirêj e. Ji ber vê yekê li ser vê rêyê bêyî em bi paş ve gav biavêjin emê bidomînin. Sedsala 21'ê dê bibe sedsala azadiya gelê kurd."

 

Peyama gelê Efrînê 

Di Newrozê de peyama gelê Efrînê jî hat xwendin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ev peyam xwend. Vane hin notên ji peyama gelê Efrînê:

- Em wekî gelê berxwedêr ê Efrînê gelê Amedê yê berxwedêr silav dikin. Em gelê kurd, ereb û tirkmen ên li Efrînê dijîn, bi salan in di nava aramî, aştî û wekheviyê de dijîn. Lê em Newroza 2018'an di bin dagirkeriyê de derbas dikin. 

- Bila dost û dijminê me baş zanibin heta ku em axa xwe dîsa bi paş ve bistînin em dê têkoşîn û berxwedana xwe berdewa bikin. Artêşa dagirker yên ketin gundên Efrînê mal û milkê gel talan dikin û wêran dikin. Em dê heta dawî ji bo rûmet û axa xwe şer bikin. Em nasnameya xwe û azadiya xwe bi tu tuştî nadin guhertin. Bila fikara tu kesê tune be.  

- Efrîn êdî ne tenê mala me ye. Mala hemû gelan û mirovahiyê ye. Kesên ji hemû bajarên Kurdistanê hatin û ji bo axa Efrînê şehîd bûn dê qet neyên ji bîr kirin. Efrîn bajarê hemû mirovahiyê ye.

- Divê êdî Amed rola xwe ya dîrokî bilîze. Divê hemû kesên alîgirê mirovahiyê piştgiriyê bidin têkoşîna Efrînê. Ger ku em hemû bibin yek em dê karibin dagirkeran ji ser axa xwe paqij bikin. Amed paytext e. Divê êdî rola xwe ya pêşengiyê bilîze.

STENBOL

Li Stenbolê bi hezaran kes li Meydana Gel a Bakirkoyê hat ba hev. Ewlehiyeke mezin li Stenbolê jî hebû. Gel her diruşmên ji bo Efrînê bilind kirin.

Polîsan nehişt berstûka ku wêneyê Demîrtaş li ser bû bixin qadê. Dîsa parkarta "Em ne şer, aştiyê dixwazin", "Dê Dehaqên zalim winda bikin Kawayên Şoreşger bi ser bikevin" jî hatin destserkirin.

Peyama Selahattin Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Leyla Guven, Mehmet Aslan, Sebahat Tuncel, İdris Baluken, Ayla Akat Ata ku li ser navê hemû girtiyan hatibû şandin hat xwendin. 

Piştî pîrozbaziyê hin kes hatin binçavkirin. Tê gotin ku li dor 70 kesî hatine binçavkirin.

WAN

Li Wanê gel li Parka Çandê ji bo Newrozê hat ba hev. Mebûsên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Îbrahîm Ayhan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Her wiha şaredarên navçeyên Wanê yên ji kar hatine girtin jî li pîrozbahiyê amade bûn. Bi hezan kesî Newroz pîroz kir.

ENQERE

- Li Enqereyê polîsan nehiştin tiştên ji bo şewata Newrozê bixin nav qadê. Gel bi kincên xwe agirê Newrozê pêxist.

 


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Mêşvan' û yên din

ad

Romana Omer Dilsoz “4 Kotra 4Çela” derket

ad

Demirel: 1932’yan de li Ermenistanê 35 dibistanên kurdî hebûn

ad

TZPKurdî li ser kurdî biryarên girîng girt

ad

Vitoria's Secret lîsteya delalan pêşkêş kir

ad

Keyo Cegerxwîn ji ber koronayê wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname