Diyarname
Ji bo zarokên kurd lîstika Şengê û Pengê derket ser dikê.
Lîstika "Şengê û Pengê" lîstikeke gelêrî ye. Ji aliyê Çetoyê Zêdo ve ji bo şanoyê adaptasyona wê hatiye kirin û Umît Aktaş wekî derhêner ew derxistiye ser dikê. Di lîstikê de Hîcran Erdînç, Rênas Nas, Şukran Algul, Umît Aktaş û Zeynep Guneş diLîzin.
Lîstika ku berê ji wekî lîstikeke şanoyê hatibû lîstin, niha ji aliyê Şaneşîn Perfomansê ve hat amadekirin û pêşkêş kirin.
Promiyera Llîstikê li ser dika Şaneşîn Performansê êvara 29'ê mehê hat li darxistin.
Meha pêşiya me jî dê lîstik di nav bernameya çandî ya Şaneşîn Performansê de bê pêşkêşkirin.