Diyarname
Festîvala Payîzê Fîlmekîmî ku ji aliyê ÎKSV'ê ve tê li dar xistin îsal di navbera 13-22'yê mehê de lidar bû. Festîval îsal ligel Stenbolê li îzmîrê jî çend rojan li dar bû û li van her du bajaran dor 60 hezarî kes çûne serdana fîlman.
Ji Cannesê heta festîvalên din bi temamî 47 fîlmên di warê navneteweyî de xelat girtine li Fîlmekîmî hatin nîşandayîn.
Li Stenbolê rojên 13-22, li Beyogluyê li salona Atlas 1948, yi Şîşlî li salona City's Nişantaşi – CINEWAM Premium+, li Kadikoyê jî li salona Kadikoy Sinemasi û Sinematek/Sinema Evi fîlm hatin nîşandayîn. Festîval li Îzmîrê jî di navbera 20-22'yan de li Paribu Cineverse Konak Pierê fîlm hatin nîşandayîn.
Fîlmekîmî bi nîşandayîna fîlmê Sofia Coppola ê bi navê "Priscilla" dest pê kir û bi nîşandayîna fîlmê Yorgos Lanthimos ê bi navê "Poor Things" bi dawî bû.
Li her du bajaran di 203 seansan de nêzî 60 hezar kes çûn temaşekirina fîlman
***
Nûçeya Eleqedar:
- Fîlmekîmî bi fîlmên xelatgir amade ye