QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR / ROJNEWS
Li gor serçaveyek taybet ku nexwest navê xwe eşkere bike ji bo ajansa me axivî, got ku biryar e salek û 6 mehan hilbijartin bên taloqkirin û got ku ev jî li ser daxwaza YNK û Yekgirtûya Îslamî ye.
Heman serçavî wiha jî ragihand; “PDK’ê ji YNK’ê xwestiye ku tevahî parlamenterên wan tevlî rûniştina roja şemiyê (14’ê mehê) bibin û li ser taloqkirina hilbijartinan deng bidin, ji bo hilbijartin bên taloqkirin. Di civîna Desteya Siyasî ya Herêma Kurdistanê de pêşniyar hate kirin ku heman rojê xalek a çapemeniyê jî paşxistina hilbijartinan be. Belê Mesûd Barzanî qebûl nekir û got divê ev mijare li parlamentoyê bê paşxistin.”
Di dawiyê de jî wiha got: “Yek ji karên rûniştina roja şemî ya parlamentoyê jî taloqkirina hilbijartinên Herêma Kurdistanê ye.”