Diyarname
22'yemîn Festîvala Payîzê Fîlmekîmî ligel gelek fîlmên xelatgir, fîlmên pêşberendamên Oscarê jî pêşkêş dike.
Fîlmekîmî ku ji aliyê ÎKSV'ê ve tê organîzekirin ev 22 sal in her payîzê hefteyek ji festîvalên mezin fîlman tîne Stenbolê. Fîlmekîmî îsal di navbera 13-22'yê mehê de li Stenbolê, 20-22'yê mehê de jî li Îzmîrê derdikeve pêşberî temaşevanan.
JI GELEK FESTÎVALAN FÎLMÊN XELATGIR
Di festîvalê de felek fîlmên xelatgirt hene. Fîlmê derhêner Tran Anh Hung "The Taste of Things" ("Tehma Tiştan" bi navê "Şeflerin Aşki" nîşan didin) li festîvalê tê nîşandayîn. Fîlmî îsal li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Derhênerê Herî Serketî girtibû. Dîsa fîlmê Hirokazu Kore-eda "Kaibutsu" (Ciwanir) bi Xelata Senaryoya Herî Serketî vegeriya bû di nav bernameyê de ye. Fîlmê Wim Wenders "Perfect Days" (Rojên Mikemel) ku lîstikvan Koji Yakusho xelata Lîstikvanê Herî Serketî girtibû jî li Filmeki ye. Fîlmê "Inside the Yellow Cocoon Shell" ku Xelata Kameraya Zêrîn girtibû, fîlmê "Los Colonos" ku Xelata FIPRESCI girtibû jî hin ji wan fîlman in.
Ji bilî van fîlmên li Festîvalên Berlîn, Sundance, Venedîk, New York û Torontoyê hatine nîşandayîn jî di fesTîvalê de hen.
BELGEFÎLMÊN XELATGIRT
Belgefîlmên xelatgirt jî hene. Ji wan belgefîlmê ji Tunusê "Kaouther Ben Hania" (Çar xwişk) li Cannes û Munîhê xelat girt. Belgefîlmê derhênera Kaouther Ben Hania li ser navê Tunusê ji bo berendamî şandine Oscarê jî.
Yek ji belgefîlmên din belgefîlmê derhêner Miri Navasky, Maeve O’Boyle û Karen O’Connor ê bi navê "Joan Baez: A am a noise" ye. Stranbêj Joan Baez muzîkareke efsanewî ye. Di belgefîlm de jiyana wê tê pêşkêş kirin.
Ji bo bernameyê: