Diyarname
Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser Tiriyeyê “Rapora 2022”yan amade kiribû. Ev rapor duh li Parlemena Ewropayê (PE) bi piraniya dengan hat qebûl kirin. Di raporê de aliyê ku herî zêde balê dikişîne derheqê doza kurdî de ye. Rapor ji Tirkiyeyê dixwaze rê li ser perwerdehiya bi kurdî veke û ji bo çareseriyê pêşniyazan dike.
Va ne hin xalên ji raporê:
PERWERDEHIYA BI KURDÎ
- Derheqê doza kurdî de fikarên me di asta herî jor de dewam dikin. Em dubare beyan dikin ku ji bo pêşxistina çareseriyeke aştiyane, divê bi awayeke lezgîn pêvajoyeke siyasî were destpêkirin ku tê de hemû aliyên eleqeder û hêzên demokratik cîh bigirin. Di serî de astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi kurdî ya li başûr Rojhilatê welêt, qedexeyên li ser mafên çandî, çor û zexta li ser civaka kurd wisa dijwar bûye ku êdî alarmê lê dide.
ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENÎ
- Li gorî Endeksa azadiya çapemeniyê ya cihanê Tirkiye di nava 180 welatan de, di rêza 165’an de ye. Tirkiye qanûna nû ya "dezenformasyon"ê wekî navgîna bêdengkirina rojnameger, xebatkarên çapemeniyê, hunermend, siyasetmedar, rêxistinên civaka sivîl, askademîsyenan bi kartîne. Ev rewş cihê fikarê ye.
EDALET LI TIRKIYEYÊ NÎN E
- Hilbijartina li Tirkiyeyê Ne Adil derbas bûye. Saziyên Tirkiyeyê, Parlemena Ewropa wekî çavdêr dawet nekir û derket holê ku xebatên muxalafetê yên di dema hilbiajrtinan de hatine asteng kirin.
- Em êrîşên li ser saziyên sivîl yên di bin navê "qanûna antî terorê" de şermezar dikin.
- Li Tirkiyeyê dadgeh, hiqûq ne bê alî ye.
MESELEYA ÎŞKENCEYÊ
- Derheqê girtiyan de ji me re agahî tên ku şîdeteke giran li girtiyan tê kirin. Ev rewş fikrên me zêde dikin, em bi biryar beyan dikin ku miameleya li hemberî girtiyan divê di çarçovyea mafên bingehin yên mirovan de be.
MESELEYA SÛRIYEYÊ
- Em mudaxaleya leşkeri ya Tirkiyeyê ya li ser axa Sûriyê şermezar dikin. Ji ber êrîşên leşkerên tirk û mîlîtanên heremî yên îslamî, koçberên sûriyeyî nikarin vegerin warên xwe. Tam berovajî rê li ber koçberiyên nû vedikin. Em dubare dikin ku tevgereke nû ya dagirkeriyê ya li ser axa Suriyê wê bandoreke cidî li ewlekariya navneteweyî bike.
ŞENGAL Û ÊRÎŞ
- Warê civaka êzidî ku di sala 2014’an de bi qirkirina DAIŞ’ê re rû bi rû ma, Şengal jî di nav de, êrîşên hewayê yên bi balafir û dironan û her wiha tevgera leşkeri ya ku li ser axa Iraqê dewam dike, me dixe nava fikaran. Em dubare bang li rayedarên Tirkiyê dikin ji bo nifûsa sivîl nebe qurbanê êrîşên leşkerî bi baldarî û li gorî standartên navnetewî tevgerin.
Li aliyê din raporê bal kişandiye ser doza girtina HDP’ê, zextên li ser siyasetmedarên kurd û ji Tirkiyeyê xwestiye ku ji bo mafên xweîfadekirinê re rêz bigire.
TIRKIYEYÊ RAPOR REXNE KIR
Her wiha piştî ku rapor hat belavkirin rayedarên Tirkiyeyê dijî raporê derketin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi tundî dijî raporê derket û got, "Yekîtiya Ewropayê dixwaze Tirkiye veqete. emê jî nirxandina xwe bikin û hewce bike emê rêyên xew ji hev cuda bikin."