Diyarname
Nivîskar û senarîstê amerîkî Paul Auster ku ev demek bû ji ber pişikê dihat dermankirin di 77 saliya xwe de mir. Hevalê wî Jacki Lyden ragihand ku li mala xw eya li Brooklynê miriye.
Auster di sala 1947'an de hatiye dinê. Di 12 saliya xwe de pirtûkên apê xwe xwendin û eleqe nîşanî wêjeyê da, ku wê demê apê wî wergerêkî baş bû.
Wî li Zanîngeha Colombia Beşa Wêjeyê ya Fransiz, Îngiliz û Îtalî xwend.
Li ser mirina bavê xwe di sala 1982'yan de pirtûka bîranîna "Îcada Tenêtiyê" nivîsand.
Li gor New York Timesê romana wî ya pêşî “City of Glass” ji aliyê 17 weşanxaneyan ve hat redkirin, lê weşanxaneyeke biçûk ew çap kir û bi vî awayî Auster ket nava wêjeyê.
Di nav berhemên wî yên girîn de “Moon Palace”, “The Book of Illusions” û “The Brooklyn Follies” hene. Ew bi romana xwe "4321" di sala 2017'an de ket nava lîsteya kurt a Xelata Man Booker lê xelat negirt.
Ji nav pirtûkên wî yên zêde têna nasîn jî "Sêbareya New Yorkê" ne.
Wî di jiyana xwe de 34 pirtûk derxistibû. Li aliyê din senaryoyên wî yên wekî "Smoke", "Lulu Li Ser Pir" e jî bûbûn fîlm.
Di sala 2012'yan de gotibû, "Tirkiyeyê gelek rojnameger girtine" loma hatina xwe ya Tirkiyeyê red kiribû.