Diyarname
Welat ji bo bikeve lîsteyê fîlmekî ji bo Akademî dişînin û Akedemî jî ji nav van 5 fîlman dike berendamê Oscarê. Tirkiyeyê li ser navê xwe fîlmê NBC (Nuri Bilge Ceylan) ê nû "Kuru Otlar Ustune" wekî pêşberendam şand.
15 endamên saziyên pîşeyî yên di warê sînmeayê de li hev civiyan û der barê fîlmê ku dê ji bo pêşberendamtiya Oscarê bişînin biryar dan. Ji bo pêşberendamtiya Oscarê 7 fîlman serî li Yekîtiya Hevgirtî ya Saziyên Pîşeyê yên Sînemayê dabû. Lijneya ku ji 15 kesan pêk dihat ji nav van fîlman fîlmê NBC "Kuru Otlar Ustune" hilbijart. Fîlm ji bo li ser navê Tirkiyeyê di warê "Fîlmê Herî Serketî yê Navneteweyî" de bibe berendam ji bo Akademiyê hat şandin.
Fîlmê "Kuru Otlan Ustune" li Cannesê di Pêşbaziya Palmiyeya Zêrîn de bû. Lîstikvana fîlm Merve Dizdar xelata Lîstikvana Herî Serketî girtibû ku li Tirkiyeyê yekem car lîstikvaneke li Cannesê xelatê digire.
Fîlm vê mehê li Festîvala Fîlman a Gûzeta Zêrîn a Edeneyê tê nîşandayîn ku li Tirkiyeyê ev promiyera wî ye.
Ji bo sala pêşiya me hê dema Oscarê nehatiye eşkere kirin lê texmîn ew e ku di meha adara 2024'an de li dar bikeve.
Nûçeya Eleqedar:
-'Kuru Otlar Ustune' li Gûzeka Zêrîn tê nîşandayîn