Diyarname
Komek helbestvan û nivîskarî ji bo Berpirsê Karên Nivîsaran ê Rojnameya Ozgur Gundem Înan Kizilkaya kampanyaya şandina pirtûkên helbestan da dest pê kirin.
Ozgur Gundem bi biryara dadgehê hatibû girtin. Berpirsê Karên Nivîsaran ê Rojnameyê Kizilkaya jî ev salek e girtî ye. Kizilkaya ku demek di bin tecrîda giran de ma, niha ji bo wî kampanya hat dest pê kirin. Ji ber tora civakî re daxuyaniya kampanyayê hat eşkere kirin û wisa got gotin: "Par nivîskar Asli Erdogan, rojnameger Zana Kaya û Înan Kizilkaya hatin tewqîfkirin. Niha Asli û Zana li derve ne, Înan li hundir e. Em wî ji bîr nakin. Em dizanin ku Înan helbestan dinivÎse û ji bo gavek zûtir bigihîje azadiya xwe em jêre pirtûkên helbestan dişînin. Bila helbest bibin rêhevalê te Înan."
Kesên bixwazin piştgiriyê bidin dikarin bi van hesabên twitterê re bikevin têkiliyê: @aysegultozeren, @nazlikrbykgl