SILÊMANÎ
Êvara 6'ê mehê li Hola neteweyî ya Emnesureke ya li Silêmaniyê, Komeleya Hunermendên Kurdistanê ya beşa Silêmaniyê bi amadebûna Waliyê Silêmaniyê û nûnerên hinek hizb û hunermendan, pêşengehek ji bo 12 hunermendan lidarxist.
Ji bajarên cuda yên Kurdistanê 12 wênesaz beşdarî pêşengehê bûn û tabloyên xwe pêşkêşkirin ku her yek tabloyek wateyek cuda hildigirt.
Di pêşengehê de xelat ji aliyê Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, Berpirsê Buroya Rêxistinên Demokrat a YNK’ê Cotyar Nûrî, Rêveberê Giştî yê Hunerê yê Silêmaniyê Dr. Mohsin Edîb û Cîgirê Hunermendên Kurdistanê Niyaz Nûrî ve hate dayîn.
Yek ji beşdarvanên pêşengehê Hunermend Akam Qurbanî ji Qeladizê beşdarî pêşengehê bûye û piraniya tabloyên wê girêdayî xwezaya Qeladizê ye.
Wênesazek din ê beşdarî pêşengehê bûyî Eyub Reuf ji Silêmaniyê bi 8 tabloyan beşdarî pêşengehê kiriye ku her tabloyek bi wateyek cuda cuda hest û derûniya xwe tîne ziman.
Pêşangeh 3 rojan dê vekirî be.
Ji pêşangehê çend dîmen...
Tabloyên cur bi cur di pêşangehê de hatine bi cih kirin.
Ji Rojnewsê hatiye girtin