Diyarname
Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ku ji aliyê KNK'ê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) ve ev du roj bûn li Silêmaniyê hatibû organîzekirin bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.
Biryara herî girîng a şêwrê bi vî rengî ye: Piştî şêwra yekemîn xebat li Kurdistan û derveyî welat dê meşandin û di encama vê de jî wê şêwra duyemîn bê lidarxistin. Di gava sêyemîn de jî biryara lidarxstina kongreya netewî ya kurd hate girtin.
Encamname ji 10 xalan pêk tê. Vaye encamname:
1-Hemû partiyên siyasî, nûnerên saziyan û kesayetên hêja ku tevlî şêwra KNK’ê bûne, ji bo pêwîstî û zerûriyeta yekîtiya netewî nêrînên xwe anîne ziman û destnîşankirine ku di vê mijarê de ewê hemû berpirsyariyên ku dikeve ser milê wan bi cîh bînin.
2-Hemû beşdarên şêwra KNK’ê, diyarkirine ku divê xebatên yekîtiya netewî bi vê şêwrê re sînordar nemîne û heta Kongreya Netewî were lidarxistin bê navber dewam bike û di vî warî de biryardariya xwe nîşan dane.
3- Ji bo ji rêbaz û kêmasiyên xebatên berê niha hatine meşandin tecrube were girtin û ev rewş dubare nebe, di wê nêrînê de ne ku wekî rêbaz, ev xebat divê bi gavên ewle û bi nîqaş û biryardariyan dewam bike.
4-Piştî ev şewra ku hate lidarxistin, ji bo pîvan, rêbaz û xalên bingehîn yên yekîtiya netewî were nîqaşkirin û bigihîje encamê, biryar hatiye girtin ku ev derbasî qonaxa duyemîn bibe.
5-Pîvan û rêbazên yekîtiya netewî mifteya pêkhatina yekîtiya neweyî ye. Ji ber vê yekê divê ev mijar hem ji aliyê partiyên siyasî, hem jî ji aliyê rewşenbîr, nivîskar, akademisyen, hunermend, oldar, pêşengên civakê û jinên kurd ve bi awayekî lezgîn û berfirehî were nîqaşkirin. Ji bo vê şêwra me biryar daye ku li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, li Rojava û Ewropayê xebateke dewlemend ya bi vî rengî were meşandin. Wekî gava duyemîn, hedefa me ew e ku ev encamên ku di warê pîvan û xalên esasî de li van parçeyan derketiye holê, di şêwreke duyemîn de ku bi beşdariya hemû parçeyên Kurdistanê û Ewropayê were lidarxistin, were temamkirin.
6-Weke pîvan, çawa ku di gava yekemîn de derket holê, di gava duyemîn de jî şêwra me hewl bide ku hemû aliyan beşdarî xebatên yekîtiya netewî bike. Ji ber vê yekê biryar daye ku ji bo aliyên ku di gava yekemîn de tevlî nebûn an jî nikarîbûn tevlî bibin di vê xebatê de cîh bigirin, hewldanên xwe dewam bike. Xebatên yekîtiya netewî heta dawiyê wê ji tevlîbûna hemû aliyan re vekirî be û bi armanca ku hemû beşdar bibin were meşandin.
7-Wekî encam, erênî hatiye dîtin ku KNK ji gava duyemîn ya vê xebatê re jî pêşengiyê bike û organîze bike. Her wiha hatiye destnîşankirin ku KNK dema li her parçayekî xebatê dimeşîne, bi awayekî berfireh aliyên din jî tevlî bike û piştgiriya wan bigire.
8-Piştî ku di warê pîvan, rêbaz û xalên esasî ku were meşandin de nêrîneke hevbeş derket holê, êdî wê dema gava sêyemîn were. Berî em derbasî vê qonaxê bibin, wê were hedefkirin ku ji bo gava sêyemîn ango ji bo xebatên komkirina Kongreya Netewî komîteyek were sazkirin. Bêguman ev komîte wê ji hemû nûnerên partiyên siyasî û hin kesayetên serbixwe pêk were.
9- Wekî hemû aliyên ku beşdarî şêwrê bûne em silavên xwe ji bo zindaniyên siyasî dişînin û piştgirî didin têkoşîna wan. Her wiha piştgiriyê didin têkoşîna azadiya jinên kurd. Ji aliyê din ve divê hemû alî hewl bidin ku ji bo pêşxistina demokrasiyê rêbazên diyalog û bi hev re axaftinê bi hêz bikin. Wekî din pêwîst e li her derê beşdarî çalakiyên Kurdistanî ku li dijî dagirkeran tên lidarxistin bibin.
10- Dema xebatên yekîtiya netewî tê meşandin, divê ji nêrîn û pêşniyarên komîteya yekîtiya netewî ya jinên kurd sûd were girtin. Her wiha divê jin bihêz û çalak tevlî xebatên yekîtiya netewî yên dema pêş bibin.
Di heman demê de ev nîqaşên ku li vir bi tevlîbûna partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, akademisyen, hemû rêxistinên civakî û kesayetan me daye meşandin û biryardariya ku em gihîştinê xwedî nirxekî dîrokî ye. Hemû gelê me bi heyecaneke mezin vê xebatê dişopîne. Ji ber vê yekê ji bo dema pêş berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me. Bi vê sedemê, em bang li hemû aliyên siyasî, civakî û kesayetan dikin ku bi hêz beşdarî qonaxa duyemîn ya vê xebatê bibin û xwedî lê derbikevin.
Encamname ji aliyê hemû beşdarvanên şêwira netewî ve hate erêkirin û bi çepkên germ û dirûşmên ‘Bijî Yekîtiya Gelê Kurd’ bi dawî bû.
**
Nûçeya eleqedar:
- Hin notên ji Şêwra Yekîtiya Neteweyî
- KNK: Komxebata yekîtiya netewî li dar dixe