Diyarname
Îro rojev bi têra xwe gur bû. Ji nav rojevê çend nûçeyên ku derketine pêş me neqandin. Fermo ew nûçe:
Lavrov: Li Sûriyê bêyî kurdan çareserî çênabe
Rusya ku di êrîşa li hemberî Efrînê de deng nekir, niha tiştên nû dibêje.
Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov ku di dema êrîşa li hemberî Efrînê de bêdeng bû niha qala kurdan dike. Lavroj ligel Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mistura hevdîtin pêk anî û paşê daxuyanî da rojnamegeran. Lavroj got ku bêyî kurdan li Sûriyeyê pirsgirêk çareser nabe û wisa dom kir: "Têkiliya me ya ligel kurdên Sûriyeyê neguherî. Bêyî gelê kurd li vê herêmê, li welatên kurd lê dijîn çareserî çênabe."
Hejmara binçavkirina rojnamegeran derket 27 kesî
Rojek berê polîsan bi ser avahiya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun ku vê rojnameyê jî çap dike de girtibûn. Li çapxaneyê îro jî lêgerîn dom dikir. Di vê navberê de di serî de hatibûn gotin ku 8 kes hatine binçavkirin lê îro ev hejmar derket 27'an. Vane kesên hatine binçavkirin: Xwediyê Ozgurlukçu Demokrasi İhsan Yaşar, Xwediyê Çapxaneya Gun Kasim Zengîn, xebatkarên çapxaneyê Erdogan Zamur, Kemal Kurt, Musa Kaya, Cemal Tunç, Kemal Daşdogen, İrfan Karaca, Mehmet Emin Sumeli, İhsan Sinmiş, Ugur Selman Kelekçiler, Kazim Goçer, Necati Hizarci, Mahmut Abay, Mehmet Ozkara, Cumali Oz, Mursel Demir, Polat Arslan, Suleyman Guneş, Cenk Kale, Cengiz Kaya, İsmail Ergene, Semih Tamay, Ozgur Bozkurt, Sadettin Demirtaş û kesên bi navê İsmail û Muhammet ku paşnavê wan hê nediyar e. (Nûçeya eleqedar: Kayyûm şandin ser rojname û çapxaneyê)
Haber Turkê gotinên efrîniyan guhartin
Midûrê Giştî yê Haber Turkê Veyîs Atey ji bo nûçeyê roja 27'ê adarê çûbû Efrînê û bi hinan re diaxivî. Ji efrîniyan du sê kesan ji bo televîzyonê digot ku çeteyên OSO (Artêşa Sûriyeya Azad) hatin mala me talan kirin, guhar, zêrên jinan ji wan girtin birin. Sê qîzik birin xira kirin emrê wan deh û pênc salî bû. Lê kesê ji bo televîzyonê werger dikir (ji AFAD'ê, saziyeke dewleta Tirkiyeyê) digot YPG'ê wisa kiriye.
Kurdî ji bo karkeran jî qedexe kirin!
Li Kayaşehîr a Stenbolê çêkirina avahiyên mezin ji aliyê "Emlak Konut Kuzey Yaka Projesî" didome. Kaya Înşaat daxuyaniyeke nivîskî li nav karkerên xwe belav kir û "axaftina bi zimanên cuda" ya li nav karkeran qedexe kir. Sedem jî "xebatkarên din aciz dibin" nîşan da.