Diyarname
Ji salan sal 2017, yanê 6 sal berê. Wekî her gav hin kom daxuyanî didin çapemeniyê. Di nav wan de helbestvan AHmet Telli jî heye. Telli di vê dema daxuyaniyê de diaxive û ji pirtûka xwe ya helbestan a bi navê "Dovuşen Anlatsin"*
helbestek dixwîne. Li ser vê yekê dadgeh dozê vedike.
Danişîna 3'yemîn a dozê îro li 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li dar ket. Endamên Bilim Sanat Edebiyat Dernegi û ÎHD'ê (Komeleya Mafên Mirovan) ya Enqereyê, ligel van hin kesên ji derveyi Tirkiyeyê hatibûn û hin parêzvanên mafên mirovan ji Tirkiyeyê amade bûn.
Dozger bi îdîaya ev helbest "Propagandaya rêxistinê dike" xwestibû ku Telli bi 8 sal cezayê hepsê bê cezakirin.
Telli di danişînê de got, ku ew bi wekî rewşenbîrekî beşdarî daxuyaniyê bûye û got, "Armanca min xwendina helbestê bû. Ji ber pirtûka min "Dovuşen Anlatsin" ku çapa duyem kiriye tê îdîakirin ku ez 'propagandaya rêxistinê' dikim. Wekî rewşenbîrekî berpirsiyariyên min ên civakî hene, ez berê jî beşdarî daxuyaniyên wisa bûne. Ev peywira min e."
Parêzerê Telli parêzer Umud Vedat Ece jî got ku ji daxuyaniya wê demê der barê 75 kesî de doz hatibû vekirin, ceza nedane kesî xwest muwekîlê wî bê beaatkirin.
Dadgehê 10 meh cezayê hepsê li Telli birî û bicihanîna cezayê bi paş ve avêt.