ENQERE
Êrîşên bi destê DAIŞ'ê li Tirkiyeyê li hemberî kurdan û dostên kurdan pêk tên li Pirsûsê vegeriya komkujiyê. Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku wekî HDP biryara bi lezgîn kom bibin girtin û hemû wekîlên herêmê beralî Pirsûsê kirin û xebatên bi lezgînî navenda koordînasyonê ava bikin dikin. Onder anî ziman ku bi salan e bi destê desthilatdaran kurd tenê hiştin û ji ber vê yêkê ji pratîkên enternasyonalîst ditirsiyan û wiha got: "Îro komkujiya li Pirsûsê pêk hat ev hîsa piştevaniyê hedef girtin."
Piştî li hemberî avahiyên HDP'ê yên Mêrsîn û Edene û mitîngîna HDP'ê ya Amedê êrîşên bombeyî pêk hatin îro li Pirsûsê jî êrîşa întîxarî pêk hat.
Îro 300 ciwanên endamên SGDF'ê (Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst) ku duh hatibûn Pirsûsê li Navenda Çanda Amara diman. Bombe li nava wan hat teqandin û nêzî 30 kesî jiyana xwe ji dest da, dor sedî birîndar hene. Piştî êrîşa li Pirsûsê HDP'ê dest bi tevgerê kir. HDP'ê biryara bi awarte kom bibe girt. Hemû wekîlên Rihayê û yên heremê ber bi Pirsûsê ve hatin beralîkirin.
Peywira lezgîn rewşa birîndaran e
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sirri Sureyya Onder têkildarî mijarê ji DÎHA'yê re axivî û diyar kir ku bi awayekî lezgîn dest bi tevgerê kirin û xebatên navenda koordînasyonê ava bikin dan destpêkirin û wiha got: Di serî de rewşa birîndaran organîze bikin me hemû hevalên xwe beralî kirin. Rojeva me ya lezgîn hemû bîrîndaran bi awayekî lezgîn bigihijînin saziyên tendurîstiyê. Diyar e nexweşxaneyên Rihayê têrê nakin. Em bi Wezîrê Tendûrîstiyê re hevdîtinê dikin. Kêmasiya ambulansan heye. Ji bo malbatan agahdar bikin, raya giştî agahdar bikin, bûyerê lêkolîn bikin û tedbîran bigirin em xebatan dikin."
'Ev êrîş li hemberî hîsên piştevaniyê hat kirin'
Onder têkildarî êrîşê wiha got: "Tenê serkeftina Kobanî na serkeftina Kobanî û ji nû ve înşakirina Kobanî desthilatdariyan nerihet dike. Ya desthilatdaran nerihet dike piştevaniya enternasyonalîst e. Bi salan e polîtîkayên kurdan bi serê xwe hiştin ji aliyê desthilatdaran ve hat kirin. Operasyonên li hemberî kesên bi kurdan re di nava piştevaniyê de cih digirtin nîşaneya vê yekê ye. Komkujiya îro li Pirsûsê pêk hatî jî li hemberî vê hîsê ye. Ya nizanin ev e; êrîşên wisa hîsa piştevaniyê têk nabin."
'Yê bûyer pêk anîn na yê daye kirin girîng e'
Onder bersiva pirsa bûyer ji aliyê kê ve hat kirin û DAIŞ çawa li Tirkiyeyê ewqas rihet tevdigerin jî wiha da: "Êdî çeteyên DAIŞ'ê ji rêxistinekî homojen derket û vegeriya rêxistinekî perçebûyî. Dema mirov vê yekê dinêre kê ev komkujî kir na, yên ev komkujî dan kirin girîng e."