Diyarname
43'yemîn Festîvala Kurtefîlman û Belgefîlman a ÎFSAK'ê 27'ê mehê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Fîlmê kurdî yê derhêner Aram Dildar "Navnîşan" xelat girt.
ÎFSAK ev 29 caran e Festîvala Kurtefîlman, 43'yemîn car e pêşbaziya Belgefîlm û Kurtefîlman a Neteweyî li dar dixe. Festîvala îsal 22'yê mehê dest pê kir û 29'ê mehê bi dawî dibe.
Kurtefîlmên ku di pêşbaziya kurtefîlman de bi ser ketin 27'ê mehê bi merasimek hatin xelatkirin. Ji bo dayînaxelatan li Navenda Çanda Fransiz a li Beyogluya Stenbolê merasim li dar ket.
Di festîvalê de 3 kurtefîlm wekî kurtefîlmên serketî hatin diyarkirin û hatin xelatkirin.
Di festîvalî de derhêner Ozgur Can Uzunyaşa bi kurtefîlmên xwe "Cehennem Boş, Tum Şeytanlar Burada" xelata yekemînî, derhêner Emre Sefer bi kurtefîlmê "Babamin Oldugu Gun" xelata duyemînî û derhêner Aram Dildar jî bi kurtefîlmê xwe "Navnîşan" xelata sêyemînî girt.
"Navnîşan" di festîvala herî mezin a Tirkieyeyê 43'yemîn Festivala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de jî bi ser ketibû û Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî girtibû.