Luqman Guldivê
Xwebûnê dest bi weşanê kiriye. Sed carî pîroz û bimbarek be. Berî bi 3 mehan jî Zirîngê dilê me xweş kiribû. Diyar e, dînamîkên kurdiyê li Bakurê Welat jî êdî gihîştine wê astê ku zirhêz jî wê hew karibin xweliyê li ser wê bikin. Lê ev karê hanê ku berê xwe dide mezinan, divê bikare xwe bigihîne zarokan û xwe bikemilîne. Zarok ji zarokan fêm dikin, ji ber wê jî belkî ku em li zarokatiya xwe bi xwe bikolin û em karibin çêtir xwe bigihînin zarokan. Lîstik, çîrok gotin, mamik, stran, rîtuelên salane û yên din di vê de dikarin bi kêr werin.
Îsal bi derengî be jî nava hefteya bihurî min careke din li baxçeyê zarokan ê nêzî mala xwe, min ji du koman re bi kurdî û almanî çîrokek got. Ez ê Newrozê dîsa biçim, hem li dibistana destpêkê û hem jî li baxçeyê zarokan çîroka Newrozê bibêjim. Ez li çîroka xwe vegerim. Ev çîroka hanê, keça min bîr bir û bi resman berî bi du salan “nivîsî”. Min û wê jî carekê li ber resmên wê ew li baxçeyê zarokan xwend. Êdî keça min ne li baxçeyê zarokan e. Lê min çîroka wê dîsa bir wir.
Berî çîrokê ji zarokan re behsa ziman dikim. Ziman çi ye, pirsa min e da ku bi wan re bipeyivim. Di dawiyê de hemû serwext dibin ku her ziman bi heman rengî bi kêra danûstendin û ragihandinê tê. Me di dawiya pirsê û bersivên wê de bi kurmancî, almanî, fransî, erebî, îngilîzî, rûsî, darî û yên din ji hev re got merheba.
Çîrok pir besît e. Ji bo zarok aciz nebin min ew xistin nava çîrokê. Karekterên çîrokê bi nîv şanoyekê dipeyivin. Ji bo vê min resm û heywanên lîstikê bi xwe re birin. Şêrekî me hebû li malê aciz dibe û mêvanên wî hebûn: Fîlek, hirçek, mîhek, zirafeyek û kerkedanek. Gava min çîrok bi kurmancî digot, zarokan xwe hînî rolên xwe kir. Kîvroşka me jî hebû ku nameya vexwendinê gihand mêvanan. Û di dawiya çîrokê de jî mişkeke me hebû ku surprîza çîrokê bû û jixwe wê dikir çîrok balkêş be.
Mêvan bi dorê hatin, û li ser gotinên min ên bi kurmancî û piçekî îşaretên destan, zarokan xwe şaş nekir. Her yek bi dorê hat, li deriyê şêrî xist, şêr ew hewandin. Lê dengek ji xeybê dihat ku erza şêrî û mêvana/ê wî dişikand. Ji ber ku ew deng min berê ji wan xef kiribû, zarokan jî meraq kir ka çi ye. Axir mêvan bi dorê tên, li ser sifra şêrî rûdinin. Bi hatina xwe re dengêniyê dikin û her carê ew dengê xefkirî erza şêr û mêvanên wî dişikîne.
Ji ber ku zarok beşek ji çîrokgotinê bûn û yênmayî jî bi dengênî û efektan alîkariya me dikirin, ji kurmanciyê aciz nebûn. Surprîz jî dengê xef bû; ew mişk bû bi maskeya xwe ji cihê xef hat, çû ser nigê şêrî (diviya biçe ser bêvilê lê bi şanoyê me nekarî çêkin) û ji wî û mêvanên wî re got, “De, ma min hezarcarî nekir û negot, hiş bin, bê deng bin, ez werim ez ê ji we re zanibim. Ji dengêniya we çêlîkên min bi xew ve naçin.” Bi tilîka xwe jî wekî topizkekê li bêvila şêrî dixe. Piştre piqênî bi şêr û mêvanên wî dikeve, lê zû tên ser hemdê xwe û soz didin heta zarok bi xew ve biçin, ew dengê xwe nekin.
Heman çîrok paşê min bi almanî jî got. Zarokan vê carê ji ber kiribû û lîstika xwe jî xweş kirin. Bi ya min hem ji bo kurê min ê di nava yekê ji koman de ev tecrubeyeke baş a eleqedarî zimanê wî bû ku di nava komê de ji zarokan re digot, “tu dizanî bi kurdî dibêjin, roja te xweş” û her cara zarokan gotinek meraq dikir, ji wan re rave dikir û digot, “Kîvroşk e”. Lê ji bo zarokên din jî tecrûubeyeke baş bû ku dîtin her ziman bi kêra heman tiştê tê û ziman hemû bi qasî hev xweş, û xwedî nirx in. Dê û bav hemû dikarin pêşniyaz bikin li dibistanên zarokên xwe û xasma li baxçeyên zarokan bi zimanên xwe çîrokan bixwînin. Bi ya min salê çend carekê vê bikin, ev ê ji wan û zarokên wan re pirr bi xêr be.
23.12.2019, Yenî Ozgur Polîtîka