Tenîskara sirb Ana Îvanovîç ji aliyê rexnegirên tenîsê ve di nav Amerîkayiyên Bakur de tenîskara herî seksî û ya jîrekiya wê zêde bûye hate hilbijartin.
Li gor nûçeya Sabahê, Ana Îvanovîç di 2007'an de wekî tenîskara ku jîrekiya xwe pir zêde kiriye hate hilbijartin.
Wê bi vê yekê du xelat girt.
Tenîskara 20 salî ji aliyê rexnegirên tenîsê ve ev payeya "seksîbûn" û "bilindkirina asta jîrekiyê" girt.
Îvanovîç ku ev sêyemîn car e wekî tenîskara seksî tê hilbijartin vê carê bi sedî 39, bi ferqeke mezin li pêşiya tenîskar Maria Sharapova bû.
Di warê "bilindkirina asta jîrekiyê" de jî Îvanovîç dengên sedî 59 girt û kesa duyem Anna Chakvetadze jî di sedî 24 de ma.
Tenîskara delal bi van du xelat bi hev re girt, sipasiya rojnamegeran kir û got:
"Girtina van xelatan ji bo min gelek girîng e."