Diyarname
Li Şemzînanê hemwelatîyekî bi daxwaznameyê serî li Meclisa Tirkiyeyê da û xwest tûgaya leşkerî ku li nava Şemzînanê ye ji nav bajêr bê derxistin.
Li Şemzînana Culemêrgê hemwelatiyekî bi navê E.D. bi daxwaznameyê serî li Komîsyona Daxwaznameyan a Meclisa Tirkiyeyê da û got ku bajar gelek teng e, cihên têre derbaskirinê nîn in, erezî bi kortik û mêsil e. Hemwelatiyê bi navê E.D. wisa got: "Qada ku tûgaya leşkerî ya Şemzînanê lê ye nava bajêr e û ev pêşî li pêşketina bajêr digire."
Hemwelatî bi dûr û dirêj qala nava navçeyê û pêşketina wê kir û xwest cihê tûgay bê guherandin.
Ji Ntvmsnbc hatiye girtin