Luqman Guldivê
Şewba ji ber vîrusa koronaya ji çi be bila be, tesîreke mayînde li civakê dike. Belkî bi gotinên serokwezîrekî eyaletê yê Elman vê tesîrê xwe herî baş îfade kir; em behsa serokwezîrê Sachsenê Michael Kretschmer dikin ku ji partiya desthilatê CDU’yê ye. Ew yeqîn dike ku sepanên şopandina şewba ji ber vîrusa koronayê wê ne dûr lê nêzîk bikevin nav jiyana me ya rojane û heta, mirov wê van sepanan xweber û bi dilê xwe bi kar bînin: “Em hemû, em ê sepanên wisa di demeke ji me ve xuya de bi kar bînin û bi ser de jî bi dilê xwe.” Li gora wî, wisa mirov wê karibe heta ku derman û vaksîn peyda bibin, “sînordarkirinan [behsa tevdîran dike] sist bike”.
Ev peyvên ku bi hinan bê guneh xuya bikin, ne ewqasî bê guneh in. Ev sepanên hanê, binpêkirina yekser a mafê nehênîbûna agahdariyên şexsî ye. Wezîr dibêje, ew ê van ferz nekin, lê hebûna teknîkê bi xwe, wê bike ku ew bên bikaranîn.
Hûn dibêjin, belkî haya serokwezîr jê nebe ku behsa betalkirina mafekî bingehîn dike, lê nexêr, li Elmanyayê ev meseleyeke gelekî nazik e; lê serokwezîr ji tecrûbeyên berê piştrast e ku em, yan jî bi giştî welatî, wê dev ji mafên xwe berdin: “Me di karta sihetê de jî dît, gava ku diviyabû agahiyên şexsî lê bên barkirin, evên ku nehênîbûna agahiyên şexsî diparêzin, wan kir qirr û qiyamet. Lê tiştek neket navê, xelkê xwe avêt van sepanên dişibin vê yên li ser Google û Facebookê.”
Yanî ew pirr baş dizane behsa çi dike. Ew piştrast e ku bêyî ku dewlet ferz jî bike, wê xelk dev ji mafê xwe yê nehênîbûna agahdariyên şexsî berde; bihêle dewlet bi her tişta wî zanibe û her kêliyê wî/wê bibîne. Heger wisa bibe piştî krîzê, wê jiyana rojane ya civakên em di navê de ti carî nebe weke berê. Yanî çavekî li ser me, yê ku li her tişta me dinihêre û bi her tişta me dizane, dibe ku mutleq bibe û ew mutleqî di dirûvê dewletê de xwe bide der.
Aliyekî din ê vê krîzê ku meseleya destwerdana mafên bigehîn ên mirovan bi destê dewletan nîşan dide, sansureke nû ye. Ya rastî sansur kete qonaxeke nû. Gava em berê xwe bidin gotinên Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen, em ê fêm bikin ev rola nû ya destwerdanê çi ye û ka ev qonaxa nû ya sansurê çi tişt e. Ew dibêje; “Em rastiyê ji nû ve ava bikin” li dijî wan agahiyên di înternetê de li ser pandemiyê tên belav kirin ên şaş, ên ku îhtîmal heye ku “bi rastî jî xirabiyê bikin” li mirovan. Baş e, ew ê vê çawa bibe serî? Bi dêwên sektorê yên weke Google, Facebook û Microsoftê. Ew ê çi bikin? Agahiyan û anonsên “xapîner” jê bibin û hewl bidin berê xelkê bidin çavkaniyên fermî.
Ev çavkaniyên fermî yên dewletan bi xwe ne. Ecêba ji ecêban jî ew e ku dewlet di vî karî de wê hevkariyê bi şirketên taybet re bikin. Ev karê hanê jî weke “hevkariyeke ji nêz ve” tê terîfkirin. Gelo mirov çawa bi wan bawer be ku ev ê ne sansureke bi rêkûpêk be ku tê de biryara şirketên dêw ên dîjîtal ji ya welatiyan gelekî girantir be? Yanî em ê çawa piştrast bin ku derbeke din li demokrasiyê nekeve. Bi her awayî diyar e, desthilatên cihê bi rengê dewlet û şirketên pirrneteweyî keysa xwe ji ber vê krîza vîrusa koronayê li wê yekê aniye ku xwe li betalkirina gelek mafên sereke û demokrasiyê biceribînin. Divê em beramberî vê hişyar bin, birêxistinkirî bin; desthilatdarî herî zêde ji birêxistinbûna demokratîk ditirse.
06.04.2020, Yenî Ozgur Polîtîka