logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Xelata Feqî Huseyîn dan Mulazim Ozcan

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç dide nivîskar Miraz Ronî (Mulazim Ozcan).

  • Dîrok: 10/03/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç dide nivîskar  Mulazim Ozcan (bi navê xwe yê nivîskarî Miraz Ronî). Ozcan ji ber di Akademiya Siyasetê ya BDP’ê de ders dabû çend meh berê hat girtin û hê jî li girtîgehê ye.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 2005’an  ve li ser navê zimanzan û rêveberê Enstîtuyê Feqî Huseyn Sagniç Xelata Ziman dide. Sagniç ku di sala 2003’yan de wefat kir yek ji avakar û kedkarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû zimanzan bû.

Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî piştî nirxandinên li ser gelek berendaman,  ji ber ked û xebata wî ya bi salan û ji bo piştgiriya nivîskarên kurd ên girtî, nivîskar Miraz Ronî (Mulazim Ozcan) hejayî Xelata Ziman a Feqî Huseyn Sagniç dît.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê her sal vê xelatê di salvegera Enstîtuyê de, di 18’ê avrêlê de dide. Îsal ji ber ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 20 sal li dû xwe pişt di 18’ê avrêlê de hem ji bo dayîna vê xelatê hem jî ji bo 20 salî dê merasimeke li dar bixe.

Mulazim Ozcan (Miraz Ronî) kî ye?

Mulazim Ozcan di sala 1966'an de li gundê Nîstê ya girêdalî Bedlîsê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Norşîn û Tetwanê, ya navîn li Tetwanê û Lîse li Tetwan û Betlîsê qedandiye. Li Zanîngeha Anadoliyê beşa Îktîsadê xwendiye û belgeya karê hesabdariyê girtiye.

Ozcan di sala 1992'yan de di nav HEP'a (Halkin Emek Partisi - Partiya Kedê ya Ge) Norşînê de cih girt. Wî di nav DEHAP'ê de jî wekî damezrîner cih girt û demekê Serokatiya DEHAP'a Mêrsînê kir. Miraz Ronî di dema damezrandina NÇM Mersînê xebitî û li wê derê dersên zimanê kurdî da.

Mulazim Ozcan van salan dest bi nivîsê jî kir. Ew piştî ku hat Stenbolê, di sala 1998'an de di rêveberiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girt. Ew gelek serdema û di vê serdema ku hat girtin de jî endamê rêveberiya Enstîtuyê bû.

 Ozcan di sala 2000'î li Zanîngeha Uppasalaya Swêdê beşdarî qursa zimanê kurdî bû û sertîfîka girt.

Miraz Ronî (Mulazim Ozcan) gelek caran li DGM'ê (Dadgehên Ewlekariya Dewletê) de bi awayekî fermî werêgeriya kurdî-tirkî kir. Heta niha ev xebatên wî gihîştin ber destên xwendevanan:
- Di Siya Dara Xaçê de Serhildan (Helbest, Weşanên Pêrî, Stenbol 1999)
- Pratik Kurtçe Konuşma Klavuzu (Tirkî-Kurdî), Mulazim Ozcan, (Gun Yayinlari, Stenbol 2002)
- Tesewira Xaniyê Fîlozof, H. Mem (Werger Miraz Ronî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2004)
- Keça Ardil, Cafer Şahîn (Wergêr Miraz Ronî, Weşanên M, Stenbol 2004)

Yên ku Xelata Ziman girtine

Îsal sala heştan e ku Enstîtu vê xelatê dide. Heta niha van kesan Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç girtine.
2005: Ziman Zana Farqînî
2006: Nivîskar Malmîsanij
2007: Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş
2008: Rojnameya Azadiya Welat
2009 Rewşenbîrê Ahmet Turk
2010 Helbestvan Kawa Nemir
2011 Siyasetmedar Hatîp Dîcle

 

Foto: Cemil Oguz

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

BDP: Wê li Kurdistanê zimanê yekemîn kurdî be

ad

Komên Euro 2024 diyar bûn

ad

Rachid Taha mir

ad

Siyasetmedarê kurd Kinyazê Hamîd li Ermenistanê dîsa hat hilbijartin

ad

Nivîskarên kurd li Fûara Îzmîrê ne

ad

Ji hevdîtinê: Em alîgir in ku li Meclisê pirsgirêk bê çareser kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname