Diyarname
Siyasetmedarê kurd Kinyazê Hemîd di hilbijartina Ermenistanê de carek din wekî mebus hat hilbijartin.
Hilbijartinên Parlemena Ermenistan3e duh li dar ketin. Partiya Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan a bi navê "Peymana Sivîl" di hilbijartinê de bi ser ket. Partiyê nêzî sedî pêncî deng girt.
Di vê hilbijartinê de sê partiyan karî bikevin meclisê. Encam wisa çêbûye:
- Partiya Peymana Sivîl: Sedî 49.81
- Îtîfaqa Xurt a Ermenistanê: Sedî 23.29
- Îtîfaqa Ermenistanê: Sedî 9.94
- Partiye Mureffeh a Ermenistanê: Sedî 3.96
Li Ermenistanê bendava hilbijartinê sedî 4 e, Partiya Mureffehê bi dengen biçûk li bin bendê ma û nekarî bikeve meclisê.
Li gor vê encamê partiya yekem 64, duyem 29 û partiya sêyem jî wê 12 kursiyan bi dest bixe.
Li Ermenistanê bi awayekî fermî ji bo çar neteweyên wekî hejmar kêm ên li welat çar kursî tene veqetandin. Li gor encam3e 3 kursî ji bo Partiya Peymana Sivîl, kursiyek jî dan Îtîfaqa Xurt a Ermenistanê.
Peşinyan îro daxuyanî da û got, "Gelê Ermenistanê bi dengen xwe dewlet, serxwebûn, pêşero, aştî û Komara Ermenistanê parast."
Li aliyê din Narîn Nadîrova li ser hesabê xwe X'ê eşkere kir ku bavê wê Kinyazê Hemîd carek din di hilbijartinên Ermenistanê de bi ser ketiye û bûye parlementer.
Kinyazê Hemîd ev bû çar caran tê hilbijartin. Ew jî yek ji mebûsên Partiya Peymana Sivîl e.


