Cemil Oguz
42'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî didome. Fîlmên derhênerên kurd ku di festîvalê de cihê xwe girtine, vê hefteya pêşiya derdikevin pêşberî temaşevanan.
Fîlmekî metrajdirêj, belgefîlmekî, du kurtefîlmên derhênerên kurd dê derkevin pêşberî temaşevanan. Kurtefîlm di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman de ne. Belgefîlm di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de û fîlmê metrajdirêj jî di beşa Pêşbaziya Neteweyî de ye. Hêjayî gotiyê ye ku ev fîlmên kurdî di qada navneteweyî de hatine nîşandayîn, xelat jî girtine. "Aforoz" ê Yilmaz Ozdil li Duhokê wekî Kurtefîlmê Herî Serketî hatibû hilbijartin. "Navnîşan" ê Aram Dildar ligel hin bajarên Tirkiyeyê, li Hambûrgê jî xelata Derhênerê Heviyê Dide girtibû. Û niha ev fîlm û belgefîlm li Stenbolê dê derkevin pêşberî sînemahezan.
Me ji bo we ew dane hev:
"IM TOTEN WINKEL"
Fîlmê derhêner Ayşe Polat ê bi navê "IM TOTEN WINKEL" (Li cihê tarî) bi navê "Kor Noktada" wergerandine û xistine festîvalê. Fîlm di Festîvala Fîlman a Berlînê Berlînaleyê de yekem car hat nîşandayîn.
Komek fîlmsaz ji Almanyayê tê û li bakurêrojhilatê Tirkiyeyê li gundekî dûr ligel jineke kurd hevpeyvînek çêdike. Jin, ji bo bîranîna kurê xwe yê çend sal berê ji dest daye ji neke rîtuelek saz dike. Jinek ku ji bo vê komê di hevpeyvînan de wergerê dike di heman demê de bi heqdestê xwe li keçikek heft salî Melekê mêze dike. Bavê Melekê Zafer endamê rêxistineke tarî ya bê armanc e. Dema tiştek bi ser Melekê de tê, Zafer di navbera girêdana ligel rêxistinê û aramiya malbata xwe de dimîne. Ji van tiştên hemû hatine ba hev dê tiştin biqewimin.
KUNYE: IM TOTEN WINKEL / IN THE BLIND SPOT
Senaryo-Derhêner: Ayşe Polat
Lîstikvan: Ahmet Varli, Çagla Yurga, Nihan Okutucu, Tudan Urper, Katja Burkle, Aziz Çapkurt, Aybi Era
ALMANYA / 2023 / DCP / Renkgîn / 117 deqe
Ziman: Almanî, kurdî, tirkî, îngilîzî
Roja nîşandayînê: 16 avrêl, yekşem, 19.00, Atlas 1948
"ANQA"
"Anqa" navê belgefîlmê Hêlîn Çelîk e. Li Berlinaleyê di beşa Forumê de hat nîşandayîn. Belgefîlm li ser portreya mehrem a sê jinên di bin tehdîda kuştinê ne disekine. Anqa dikeve nava jiyana kûr a jinek û şopa bi êş ên dinyaya derve derdixe pêş temaşevanan.
Ligel nakokiyên jinan ên cîhana wan a rihî, rewşa sosyo-polîtîka a demê jî dide hîskirin.
KUNYE: ANQA
Derhêner
Senaryo-Derhêner: Hêlîn Çelik
Spanya / 2023 / DCP / Renkgîn / 91 deqe / Bi erebî
Rojên nîşandayînê: 14 avrêl, în, Cinewam City, saet 16.00 - 15 avrêl, şemî, Kadikoy Sinematek, saet 13.30
"NAVNÎŞAN" (The Address)
Derhêner Aram Dildar ku bi kurtefîlmên xwe navdar e vê carê bi "Navnîşan"ê beşdarî festîvalê dibe.
Mamosteyekî zanîngehê xilas dike û tayînê herêma xwe dibe ku bi wê derê wekî kefa destê xwe dizane. Lê surprîzek li pêşberî wî ye: Gundê ku hatiye tayînkirin di qeydan de nîne.
KUNYE: NAVNÎŞAN
Senaryo-Derhêner: Aram Dildar
Lîstikvan: Ahmet Akman, Erdal Kaya, Şilan Alagoz, Ronî Dildar, Bahoz Ozsunar
TURKİYE / 2022 / DCP / Renkgîn / 16 deqe
Ziman: Kurdî
Rojên nîşandayînê: 16 avrêl, yekşem, saet 16.00, Navenda Çanda Fransiz - 18 avrêl, sêşem, saet 16.00, Kadiköy-Sinematek
"AFOROZ"
"Aforoz" kurtefîlmê derhêner Yilmaz Ozdil e. Kesekî bi navê Ziko ku şevşevkê şewê ye, ji ber gunehek ku di xewa xwe de kiriye tê aforoz kirin û ev biryara aforozê radigihînin gundên cînar jî. Ziko ku bi nîv tazî ji gund hatiey qewirandin dê bike ku ji nav van gundan derbas bibe û xwe bigihîne bajêr. Lê nêçîrvanekî ker û lal jî heman rojê ji bo here bajêr ketiye ser rê.
KUNYE: AFOROZ
Senaryo-Derhêner: Yilmaz Ozdil
Lîstikvan: Saman Mustefa, Tariq Akreyî, Nazmi Karaman, Atiye Ozdil, Hilmi Demirer, Haşim Ozdemir
TIRKİYE, IRAK / 2022 / DCP / Renkgîn / 20 deq
Ziman: Kurdî
Roja nîşandayînê: 15 avrêl, şemî, saet 16.00, Navenda Çanda Fransiz - 17 avrêl, duşem, saet 16.00, Kadikoy-Sinematek
"Aforoz" li Duhokê wekî Kurtefîlmê Herî Serketî hatibû hilbijartin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji qada navneteweyî 9 belgefîlmên festîvalê
- Bername eşkere bû: Festîval bi ser 150 re fîlman pêşkêş dike
- Serketiyên Berlînaleyê tên Stenbolê
- Fîlmên William Friedkin tên Stenbolê
- Ewê serketiyê Xelata Seyfi Teoman diyar bikin
- 'İntikam Melegi – Kadin Hamlet' tê nûkirin
- Xelatgirên Xelata Rûmetê ya Sînemayê diyar bûn
- Juriya Pêşbaziya Neteweyî û Pêşbaziya Seyfi Teoman diyar bû
- Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman diyar bû
- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e