Diyarname
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş di axaftina Koma Meclisê ya BDP'ê de ji bo çareseriyê 8 xal pêşkêş kir. Vane ew xal:
1- Divê dadgehên bi rayeya taybet bêne belavkirin,
2- Beşên antî demokratîk ên di Zagona Têkoşîna bi Terorê re bêne betalkirin,
3- Ji bo di warê çareseriya pirgsirêka kurd de bibe xwedî piştgiriyeke siyasî û di nav ewlehiyê de muzakereyê bike, bi zagoneke taybet Komîsyona Aştiyê bê avakirin,
4- Dê Komîsyona Aştiyê bi hemû aliyên pirgsirêka kurd re muzakereyan pêk bîne, bi ser encamên bi dest xistine re xwedî wê rayeyê be ku pêşniyazê li hikumet û Meclisê bike,
5- Astengiyên fermî yên li pêşiya vegotina raman, rêxistinkirin û azadiya çapemeniyê de bêne rakirin,
6- Dawî li girtinên bi armanca siyasî bê, tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û rê li ber vê vekirin ku bikaribe beşdarî pêvajoyê bibe,
7- Di vê demê de operasyonên leşkerî yên ji bo îmhayê têne kirin bêne rawestandin, PKK jî her cure çalakiyên xwe yên şîdetê bide rawestandin,
8- Xebata çêkirina Zagona Bingehîn a nû bi awayekî xurt bidome.