Diyarname
Romana nû ya Jan Dost 'Mîrname' ji nav Weşanên Avestayê de derket.
Ev demeke dirêj bû nivîskarê me Jan Dost li ser romana 'Mirname' ku mijara wê li ser Ehmedê Xanî ye dixebitî. Roman di dawiyê de ji Weşanên Avestayê derket.
Roman ne wekî biyografya be jî ji jiyana Xanî kîteyan di tema romanekî de pêşkêş dike. Roman Ehmedê Xanî yê evîndar, mirov, yê alim, yê li hemberî desthilatdarî û Ehmedê Xaniyê xwedî pênûsa qedirgiran pêşkêş dike.
'Mirname'ya ku nû derket hêjayî xwendinê ye.
Jan Dost kî ye?
Nivîskar Jan Dost li Kobanê di sala 1965'an de hatiye dinê. Li bajarê xwe heta lîseyê xwendiye û derbasî Zanîngeha Helebê Beşê Biyolojiyê bûye lê xwendina xwe temam nekiriye. Jan dost ku ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî niha di malpera me de nivîskariyê dike.
Berhemên wî:
- Kela Dimdim (Destan)
- Mijabad (Roman)
- 3 gav û 3darek (Roman)
- Xebateke li ser Mem Zîna Ehmedê Xanî (Ev bi erebî heta niha çend caran hatiye çapkirin)
Mîrname / Jan Dost / Weşanên Avesta/ Roman / 232 rûpel