Diyarname
Îro ji bo Newrozê li Qesra Spî ya DYA'yê resepsiyona Newrozê hebû. Nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojava jî li resepsiyonê bû.
Bi beşdariya Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkaye (DYA) Joe Biden û jina wî Jill Biden êvara 20'ê mehê merasima Newrozê li Qesra Spî çêbû. Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê Biden di pîrozbahiya Newrozê de wisa gotiye, "“Cejna Newrozê hezkirîyên xwe li dora sifra Heft-Sîn dicivîne ku li ser sala derbazbûyî bifikire û hêvîya xwe ya ji bo sala pêş nû bike. Îsal, Newroz di demeke dijwar de tê ku gelek malbat ji her demê pirtir hewceyî hêvî ne ku di nava wan de jinên Îranê hene ku ji bo mafên xwe yên mirovî û azadîyên bingehîn têdikoşin. Amerîka wê li kêleka wan û hemû hemwelatîyên Îranê yên ku bi bawerî û wêrekîya xwe îlhamê didin cîhanê, bisekine. Û bi hevkarên xwe re, emê erka xwe ya berpirsên Îranê ji êrîşên wan ên li dijî gelê xwe bidomînin.”
Biden bi berdewamî got ku bi vê dema de ku ew pêşwazîya Newrozê dikin, wan bi geşbînî sifreya Heft Şîn li Qesira Sipî xemilandîye ki hêvîyên xwe yên jibo sala nû nîşan bidin.
“Û, em her derê tev li Amerîkîyan dibin ku civakên dîyaspora yên cihêregî pîroz dikin ku bi domdarî bingeha netewa me, nifş bi nifş xurt dikin. Jibo her kesê ku bê cejnê pîroz dikin û di sala nû de aramî û serfirazî dixwazin.”
Li aliyê din di pîrozahiya Newrozê de nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk Sînem Mihemed jî amade bû û li gel Biden wêneyek belav kir. Ligel wê derhênerê kurd Behmen Qubadî jî li pîrozbahiyê bû.
Li aliyê din Serokdewletê DYA'yê Biden li ser hesabê xwe re twitek jî belav kir û têde Newroz pîroz kir.
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Germiyan û Xaneqînê Newroz hat pîrozkirin
- Ji ber pêxistina agirê Newrozê 4 kurd hatin kuştin
- Li Bakur û Rojava Newroz hat pîrozkirin
- Li Rojava 3 roj tatîl hat ragihandin
- Newroz Şemzînan de dest pa kerd
- Bajar bi bajar bernameya Newrozê
- Li Stenbolê jî deklerasyona Newrozê hat eşkere kirin
- Deklerasyona Newrozê: Li 43 cihan Newroz tê