Îhsan Bîrgul
Pirtûka helbestan a Reyhan Serhan a bi navê Hemû Berhem (Dilopek Ji Ezman, Her Yek Ji Me, Mijdar) di avrêla 2022’yan de wekî çapa nû ango duyem derketiye.
Ez û Reyhan hevalên hev ên heman serdema ciwaniyê ne. Wekî em bêjin berxê heman kozê ne... Ji ber wê rihê wê yê serdema helbest nivîsandinê kêm zêde dizanim...
Beşa ewil piranî ji helbestên salên 2000'î pêk tên. Helbestên di salên xamabûnê de hatine nivîsandin, bi reng û dirûvên xwe didin xuyakirin ew jî wekî xwediyên xwe xama ne. Gotin ne serbest in, hestên şexsî veşartî ne, nivîskar li pey îspatkirina hestên welatparêz e. Ev rewş pir normal e.
Çimkî wê serdemê kî helbest binivîsanda, xwe ji gotinên sloganîk dûr nedidan. Piraniya kesên wî çaxî helbest dinivîsandin ne li pey gotinên xweş û edebî bûn, bêhtir li pey dilxweşkirina gel û îspatkirina xwe ya welatparêziyê bûn. Mînak; ev helbesta ji pirtûkê;
"Bejna te Zagros dixemilîne
Bejna te çiya dihelîne
Bejna te dilan dihelîne
Ey keça çiya…”
Yanî di vir de derdê nivîskar ne edebiyat e. Zêdetir slogan in...
Beşa duyem yanî "Her Yek Ji Me" di sala 2011'an de derçûye. Di vê beşê de jî her çiqas ziman ji xamatiyê derketibe jî hest dîsa zêdetir li ser qewlên welatparêziyê de xwar dikin. Bêguman meriv bi rêzikên wekî,
"Ji te û ji deşta bayê hêviyan
Bar dikim û diçim" bal û berê xwe dide gotinên estetîk û mecazên nû lê dîsa wekî siwarekê car caran hefsarê hespê xwe sîst bike ango bi du helbestan xwe berdabe nava hest û baweriyên şexsî, bi dehan jî bûye destkêşa hespê welatparêziyê û nehiştiye ji mêrga sloganan derkeve.
"Çar birîn û çar awaz
Çar baxçe
Çar ol û
Çar zarava ne
Em miletekî bi qasî asîman û derya
Bilind û kûr in, şîn û zelal in
Xwedî dîrokeke tarî û birîndar in"
Beşa sêyem (Mijdar) di sala 2013’yan de hatiye weşandin. Ev beş bi van rêzikan destpê dike;
"Te ji tayên porê xwe û te yên spî dipirsim
Te ji hêvî û bêhêvîtiyên me dipirsim
Te ji pirsên bêbersiv dipirsim"
Di vir de baş diyar dibe, helbestvan bi kemilandina xwe re gotinên xwe jî kemilandine. Hesab û behsa emrê borî dike. Pirsa yarê ji tayên spî, yên por dike. Û qala westandina xwe û emrekî dike:
"Te ji bêrî û hêviyên kamilbûyî dipirsim
Te ji bêaqilî û sivikbûna xwe dipirsim
Te ji şikestinên xwe û te dipirsim"
Bi van rêzikan jî heyf û mixabiniya xwe dide der. Ya ciwaniya xwe û yarê;
"Heyfa min li keçkaniya min
Ya ter û mêraniya te ya serberdayî tê
Heyfa min li ezimandinên me yên berrî tê
Heyfa min li daxwazên me yên terqiyayî tê"
Ji bilî van rêzikan;
"Dixwazim ku îşev
Di malzaroka xwe de
Helbesteke têr û tijî
Ji bo te biwelidînim
Û pêşkêşî te bikim
Di vê demsala sar û seqemî de"
"Min dilê xwe çend zivistanan
Bi girî û terafa arê dilê xwe germ kir
Di paşila şevên bêkes û kûs
A tunebûna we de"
Û çend hebin din, mecaz kêm in. Meriv dibêje qey nivîskar xwestiye serê pênûsa xwe berde lê ji ber atmosfera wê demê ya bêhtir li gorî gotinên neteweyî û bîrdozî dîsa berê wê li heman gotinan bûye. Ji ber wê jî di gelek helbestan de qelsî çêbûye. Di me gelek helbestvanên kurd de ev tişt heye, em dibêjin qey ji bilî me kes qala welat nake, eger em jî nekin û qala tiştên din bikin dê bibe xeletî. Bi min xeletiya herî mezin ev nêrîn e...
Niha hûnê bêjin ma qey tiştên xweş an qenc tune ne di vê pirtûkê de? Helbet hene û pir in. Berî her tiştî pênûseke ji xamatiyê derbasî kamilbûnê bûye heye. Lê ji ber ku em hevalên hev in min nexwest gotinên min bibin pesin ji bo pirtûkê û min tenê bal kişand ser çend kêmasiyan. Ya mayî jî hûn pirtûkê bixwînin û biryarê bidin...
birgulihsan21@gmail.com
**
Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Li Fûara Pirtûkan Mala Sêyemîn
- Teklîfa zewacê û dilopa mîzê
- Girîngiya xebatên tez-pirtûkên bi kurdî
- Sosyalîst û şerîetparêz ne hevkaren kurdan in
- Mistefa Borak: Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî...
- Îdlîb, Heştî Şabî û êrîşa li ber derî
- Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe
- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan
- 'Birazî ka klamek Şakiro veke'
- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet
- Ev e bêalîtî; Rewşenbîrên Şîfa dîtin Nûjiyan nedîtin!