Îhsan Bîrgul
Êdî Sofiyê me ketibû nava du agiran. Aliyek eşqa Monîkayê aliyek dînê Îslamê. Aliyek dêr aliyek mizgeft. Ne civata mesîhiyan ew tam dihewand ne jî civata misilmanan. Li gor mesîhiyan dînekî derê hanê bû, li gor civata misilmanan jî rêderketî û fasiqekî şertê xwe bû. Çimkî sofî roja înê li mizgeftê, roja yekşemê jî li dêrê bû. Wî jî nizanibû çi dike. Tenê xwe bi vê gotinê xwe dixapand, "axir her du jî olên Xwedê ne". Wî jî zanibû rastî çi ye lê ji bo ku kela dilê xwe sar bike xwe dixapand...
Rojekî derengiya şevê vedigeriya malê. Li parkê pêrgî serxweşekî hat. Ji nişke ve oldarî û sofîtiya wî pê girt. Gotê "birako tu çima şerabê vedixwî. Ma tu nizanî guneh e?" Serxweş ancax serê xwe rakir bi dengekî lerzok û devê nemalatî bersiv dayê, "derdimden içiyorum agabey" (ji derdan vedixwim bira). Sofî gotê, "çawa?" Serxweş, "wexta ez vedixwim hemû derdên dinyayê ji bîra min diçin". Bi vê gotinê re çirûskek şeytanî di hişê sofî de şax veda. Got "wele min dermanê xwe dît. Dermanê jibîrkirina Monîkayê".
Sofî rûnişt li cem serxweş têra dilê xwe şerab vexwar. Ji ber ku pir serxweş bû nikaribû biçûya malê jî. Wê şevê li parkê li cem serxweş pal da, raza. Ne Monîka ne jî tiştek din hate bîra wî. Bi serekî vala ket xewê...
Rojek, du roj, sê roj û hefteyek... Êdî meyxaneyên Karşiyaka, Konak, Basmane û Tepecikê ji bo Sofî bibûn war û warkozên sereke. Ji ber ku Sofî xwe nedigihand hembêza Monîkayê, bi şev û rojan xwe berdida nava şûşe û piyaleyên şerabê...
Dilê Monîkayê bi halê wî dişewitî lê wê jî nizanibû çi bike û çi navî li van kirinên Sofî bike. Rebena Xwedê tênedigihîşt ku Sofî li pey çi ye...
Wexta sofî serxweş dibû, her tişt pê xweş dihat û dinya lê dibû baxçeyê gulan. Baxçeyekî ku Sofî ji bo xwe û Monîkayê xeyal dikir.
Dema ku hişê wî dihat serê wî laş lê disincirî. Te digot qey Sofî di hetûneke har de ye. Monîka, dêr, mizgeft, eşq, xêr û guneh....
Wê yekşemê Monîka bi dilekî geş ketibû milê bavê xwe û dihatin dêrê. Wexta ketin hewşa dêrê pêrgî ecêba giran hatin. Dîtin ku kesekî xwe bi xaçê mezin ve girê daye û darve kiriye. Monîkaya dilrehm wekî her wextê xwe gihand hewariyê. Lê nizanibû ew kes Sofî ye. Çawa ku ferq kir Sofî ye dilê wê şewitî û wiha got: "Malmîrato! Tu ne ji dêrê re bûyî ne jî ji mizgeftê re"...
"Berdewamiya nivîsa "Sofî û Monîka"
**
Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan
- 'Birazî ka klamek Şakiro veke'
- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet
- Ev e bêalîtî; Rewşenbîrên Şîfa dîtin Nûjiyan nedîtin!
- Îro her kes vegeriya ser eslê xwe!
- Şengal û parastina kurdên êzîdî