Îhsan Bîrgul
Ezê îro ji we re qala serpêhatiyeke xwe ya ligel mamosteyê me yê hêja mamoste Mistefa Borak bikim...
Çend sal berê bû. Me wî çaxî xebatên ziman di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Îzmîrê de dimeşand. Ez şagirtê asta duyemîn bûm.
Mamoste Mistefa jî berpirsê meclisa ziman bû. Ango berdevkê me.
Em bi kelecaneke bêhempa diçûn dersan û dihatin. Me bi baldariyekî mezin li mamosteyên xwe guhdarî dikir û spartekên xwe çêdikirin. Bi silametî me ew sala xwe qedand..
Hate gotin dê yên serkeftî sertîfîka û spasnameyan bigirin. Ji bo vê me amadekariya şahiyekî kir. Du roj berî şahiyê mamoste telefonê min kir û got: "Navendê gotiye hûn dikarin çend sertîfîkayan bidin wan kesên di xebatan de serkeftî û ji dil in. Me tu jî layiq dîtî. Roja yekşemê were sertîfîkaya xwe hilgire."
Bi girtina telefonê re ez ji kêfxweşiyê di cihê xwe de nestrîm.
Min got; Xwedêyo! Ev çi şerefek e. Ez serkeftî me ku ezê sertîfîkayê bigirim ha...
Wê rojê bernameyê dest pê kir. Piştî axaftin û muzîkê dayîna sertîfîkayan dest pê kir. Min ji kelecanê ew qas xwêdan dabû, te digot qey ez di hemamê de me. Min digot ev belgeyê min bêhtir min areste û kûrbûna xebatan bike. Ya din jî axir ego di mirov de heye...
Sertîfîkayên mamosteyan dan. Ya min li holê tune. Yên asta duyemîn dan. Dîsa ya min tune. Ez dibêjim dibe qey hê dor nehatiye min. Lê gava her navek tê xwendin ez dibêjim îcar dora min hat. Lê kaaa...
Piştre spasname jî dan çend kesan. Ez hê jî li bendê me ku navê min were xwendin. Wextekî min nihêrî pêşkêşvan bername qedand û xatir xwest. Ew kelecana min a heyî bû xemgînî û xwe li laşê min rapêça. Xwêdan li min sar bû û bêhn li min teng bû... Ez rabûm bi tewreke şermok û mehcûb çûm cem mamoste, min got: "Mamoste ka sertîfîkaya min?" Mamoste Mistefa ji nişke ve pişta destê xwe yê rastê li kefa destê xwe yê çepê xist û got "Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî"...
birgulihsan21@gmail.com
**
Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Îdlîb, Heştî Şabî û êrîşa li ber derî
- Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe
- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan
- 'Birazî ka klamek Şakiro veke'
- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet
- Ev e bêalîtî; Rewşenbîrên Şîfa dîtin Nûjiyan nedîtin!
- Îro her kes vegeriya ser eslê xwe!
- Şengal û parastina kurdên êzîdî