Diyarname
Lîstika bi navê “Qesra Balindeyên Xemgîn” ku ji romna Bextiyar Elî hatiye girtin li du bajaran, pêşî li Îzmîrê, dûre dê li Stenbolê bê lîstin.
Lîstika “Qesra Balindeyên Xemgîn” bi hevkariya Theater Antract Prodüksiyonu û BAN Theater hatine amade kirin. Lîstik yekem car roja 21’ê mehê li Amedê hat lîstin. Paşê çû Wan û Enqereyê, nia jî diçe Îzmîr û Stenbolê.
Lîstik roja 1’ê sermawezê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a li Îzmîrê û 3’yê mehê jî li Moda Sahnesî ya Kadikoya Stenbolê bê lîstin.
Lîstik di nav bêhn, deng, reng û stranan de, di kûrahiya beden de li xwe digere. Bê tirs ji xwe dipirse; Çi ye tiştê me dike em?
KUNYE:
Berhem: Bextiyar Elî
Tekst: Alan Ciwan, Huseyin Umaysiz
Konsept û Rejî: Huseyin Umaysiz
Lîstikvan: Alan Ciwan, Xezal Redkanî
Dramaturjî: Mesut Arslan
Şêwirmendê Dîtbarî: Savaş Boyraz
Deng: Can Satir, Huseyin Umaysiz
Produksiyon: Theater Antract
Dem: 70 deqe