Diyarname
Li Tirkiyeyê di nav du salan de bi sedan şano hatine girtin û mifte li deriyê xwe dane. Wezaretê agahiyên nû belav kirin.
Covid-19 bandoreke mezin li qada şano û sînemayê daye. Wezîrê Çand û Tûrîzmê yê Tirkiyeyê Mehmet Nuri Ersoy li ser pirsek der barê şanoü sînemayê de agahî daye. Li gor vê agahiyê û qeydên Midûriyeta Giştî ya Hunerên Bedew a Tirkiyeyê ji sala 2021'ê heta niha ji 608 şanoyên taybet 503 hebî dawî li xebatên xwe anîne, niha tenê 105 ji wan çalak in.
Li aliyê din Ersoy diyar kiriye ku di vê serdemê de wezaretê 167 mîlyon û 920 hezar TL piştgirî daye şanogeh û salonên sînemayê.