Diyarname
Kovara Rojî Kurd kete sedsaliya xwe. Ji bo sedsaliya kovarê Konferanseke bi navê “Çapemeniya Kurdî ya Osmanî” li dar dikeve. Konferansa ku 16’ê vê adarê dê li Stantral Îstanbul ya Zanîngeha Bîlgî saet 09.30 de dest pê bike û heta êvarê bidome.
Di vê konferansa ku bi hevkariya beşa dîrokê ya Zanîngeha Bilgiyê û Koma Xebatên Kurdolojiyê pêk tê de, wê pirtûka “Rojî Kurd 1913” jî bê danasîn. Ev pirtûk ku Koma Xebatên Kurdolojiyê ev nêzî du sala li ser dixebite, tîpguhêzî û çapa wekxweyî ya kovara Rojî Kurdê ye ku di sala 1913’an de ji aliyê Komaleya Hêvî ya Xwendekarên Kurd ve li Stenbolê çar hejmar hatiye weşandin.
Di konferansa ku wê bi axaftina destpêkê ya Prof. Dr. Mete Tunçay dest pê bike, têde dê gelek lêkolînerên ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê amade bin.
Konferans ji sê beşan pêk tê. Di rûniştina pêşî de, bi moderatoriya Prof. Dr. Mete Tunçay, ji Zanîngeha EHESS a Frensa Prof. Dr. Hamit Bozarslan, ji Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê Doç. Dr. Bulent Bilmez, lêkolîner-nivîskar M. Malmîsanij û ji başûrê Kurdistanê Abdulla M. Zangana wê li ser paşxane û peywendiyên ku Rojî Kurd anîne holê nîqaş bikin.
Di rûniştina duyemîn a piştî nîvro de, bi moderatoriya lêkolîner Serhat Bozkurt, dê endamên Koma Xebatên Kurdolojiyê Mesûd Serfiraz û Tahir Baykuşak û lêkolîner Samî Tan li ser dîrok, nivîskar û zimanê kovara Rojî Kurdê pêşkêşiyên xwe yên bi kurdî bikin.
Mijara rûniştina dawî ya konferansê, analîza naveroka Rojî Kurdê ye. Bi moderatoriya lêkolîner Yener Koç, dê ji Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê Ronayî Onen, lêkolîner Namik Kemal Dinç, endamên Koma Xebatên Kurdolojiyê Gulseren Duman û Ayhan Işıik pêşkêşiyên xwe bikin.
Kampusa Santral Îstanbul a Zanîngeha Bîlgî li Eyuba Stenbolê ye û konferans li vir dê di salona E1 301 de bê li dir xistin.
Vaye hemû bernameya konferansê:
09:30 Axaftina Destpêkê: Mete Tunçay
10:00-12:00 Paşxane û Peywendî
Moderator: Mete Tunçay
I- Hamît Bozarslan- Di nav Projeyên Nasnameyên Nûjen ên Osmanî de Rewşenbîrên Kurd
II- Bulent Bîlmez – Têkildarî Projeyên Nasnameyên Nûjen ên Osmanî Çapemeniya Osmanî
III- M. Malmîsanij- Di Serdema Osmaniyan de Pêkhatina Çapemeniya Kurdî
IV- Abdulla M. Zengene- Piştî Rojî Kurd Çapemeniya Kurdî
12:00-13:00 Navbera Xwarinê
13:00- 15:00 Rojî Kurd I: Serborî, Nivîskar û Zimanê Rojî Kurd
Moderator: Serhat Bozkurt
I-Mesûd Serfiraz – Serboriya Rojî Kurd
II-Tahir Baykuşak – Nivîskarên Rojî Kurd
III-Samî Tan –Kurdiya Rojî Kurd
15:00-15:30 Navbera Qehweyê
15:30- 17:30 Rojî Kurd II: Analîza Naveroka Rojî Kurd
Moderator: Yener Koç
I- Ronayî Onen - Di Netewesaziya Kurd de Cihê Ziman
II- Namık Kemal Dinç - Di Kovara Rojî Kurd de Têgihana Dîrokê
III- Gülseren Duman - Di Rojî Kurd de Perwerdehî û Ronîbûn
IV- Ayhan Serhat Işık - Di Netewesaziya Kurd de Cihê Erdnîgariyê
Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê & Koma Xebatên Kurdolojiyê