Diyarname
Amed Spor piştî mehên ligel Teknîk Dîrektor Taner Akçan îro biryareke nû girt û ev têkilî qut kir.
Amed Sporê ligel teknîk dîrektor Taner Taşkin di Lîga 2'yemîn de dest bi serdema 2017-2018'an kiribû bû. Lê piştî çend hefteyan kar baş neçûbû û ligel Taşkin li hev kiribû, ji hev veqetiyabûn. Piştî vê di 7'ê sermaweza 2017'an de ligel teknîk dîrektor Taner Akçan lihev kiribûn. Bi ser vê re bi qasî çar mehan derbas bû lê di Amed Sporê de kar dîsa baş nameşe. Û îro klûbê û teknîk dîrektor Akçan li hev kir û ji hev veqetiyan.
Klûbê sipasiya Akçan kir ku heta niha ked daye klûbê.
Amed Spor îsal di lîgê de ne serketiye: Di 23 maçên lîstiye de 7 caran bi ser ketiye, 10 caran têk çûye û 6 caran wekhev maye. Di dawiyê de di nav 18 tîman de niha xwediyê 24 pûanan e û di rêza 13'emîn de ye.
Amed Spor herî dawî dawiya vê hefteyê li Enqereyê ligel Etîmesgus Spor lîst û 1-0 têk çû. Amed Spor vê hefteyê roja 24'ê mehê li mala xwe dê Eyup Sporê bike mêvan.
**
Hin Nûçeyên Eleqedar:
- Teknîk Dîrektorê nû yê Amed sporê Akcan e
- Li Amed Sporê çi diqewime? Vane agahiyên nû