logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!
  2. Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat
  3. Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike
  4. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  5. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
news-details

'Esargeya Şêmûgê' ya Çiya Mazî hat

Pirtûka helbestan a nivîskar, çîroknivîskar û helbestkar Çiya Mazî derket. Çiya Mazî ku wekî nivîskar, çîroknûs û helbes

  • Dîrok: 25/08/2022
  • Beş: Berhem

Diyarname

Pirtûka helbestan a nivîskar, çîroknivîskar û helbestkar Çiya Mazî derket. Çiya Mazî ku wekî nivîskar, çîroknûs û helbestkar xwedî birek pirtûk e vê carê bi pirtûkek helbestan a bi navê Esargeya Şêmûgê li pêşberî xwendevanên xwe ye. Pirtûka ku ji alî weşanxaneya Aryenê ve hatiye çapkirin 87 rûpel in. 

Çiya Mazî bi şêwezara Mêrdînê ya nermik, fesîh û herikbar helbestên xwe honandine û wekî Arjen Arî, Enwer Karahan û Elîxan Loran, Osman Mehmed wî jî alaya wê şêwezarê bi helbestên xwe daye ber bayê bakur.

Mazî di vê pirtûka xwe de meriv dikare bêje helbestên xwe bi hemû azmûn, cerebe, serborî, çavdêrî û encama temenê xwe yê bi têkçûyîn, dilmayîn, êş, elem, stemkarî, koçberî, mirin, evîn û bi doza neteweya xwe kemiliye honandine û pêşkeşî mûptelayên helbesta kurmancî kiriye.

Nivîskar Çiya Mazî di helbestên xwe yên di Esareya Şêmûgê de ne bangewaziya şerî dike ne kesî li berxwedanê sor dike, ne behsa evînek serfiraz û bextewerkir dike ne jî xwe davêje alegoriyê û dibêje, ‘em neteweke wihakî wihakî qedîm û merd in’. 

Ew danserhevên temenê xwe yê ku êdî tehma şerabek meyiyayî dide zarên ku dengê wî diçeyê li ser şêmûgê li dora xwe dicivîne û wekî dibêje, “temiya min li we ha zarono”!

Helbestek ji dîwana wî ya bi navê Esargeya Şêmûgê:

Miriyên Me Yê Rabin

di roja şewqdana welatê me de

her yek di destê wan de

dastmalên bi reng û rêşî û libakirî

wê rabin miriyên me jî

û ew ê li qada şahiyê kom bibin û bikenin

dûre ew ê vebêjin ji me re bi kelecan bîranînên xwe

bi demek bêwext de

bê pîvan û qeyd

em ê jî ji wan re vebêjin têkçûn û serkeftinên xwe

û şaşiyên xwe birîn bi birîn

soz û bext û bêbextiyên xwe

halan û dîlanên xwe

kêf û kerbên xwe û bêsînor û ji dil

girî û şînên xwe kon bi kon hêsir bi hêsir

xemgînî û likumîn û çongşikestinên xwe

bê henek û yek bi yek 

Çiya Mazî kî ye?

M.Çiya Mazî di sala 1960’î de li gundê Kufragê ya Şemrexa Mêrdînê hatiye dinê. Ji sala 1993’yan ve bi kurdî re eleqedar e. Heta niha di gelek rojname, kovar û malperan de nivîsên wî weşina ne. Çiya Mazî ku demek qunciknivîskarê Diyarnameyê bû jî, demek di Enstituya Kurdî ya Stenbolê de rêveberî kiriye. Di heman demê de endamê Komeleya Nivîskarên Kurd, endamê PEN’a Kurd û endamê ÎHD’yê ye. Hin çîrokên wî di pêşbaziyan de bi ser ketin. 

Heta niha ev pirtûkên wî derketine:

- Mistek Jiyan / Çîrok

- Palûte / Helbest

- Mijarên Mîqro / Çîrok

- Ahûzîn (Mûslûm Yucel) / Helbest, wergera ji tirkî

- Ferhenga Gotinên Pêşiyan Lêkolîn zargotin foklor bi tîpên latînî Stenbol

- Ferhenga Gotinên Pêşiyan Lêkolîn zargotin foklor bi tîpên erebî Duhok

- Bahol / Çîrok

- Peyarêk / Çîrok

- Baxek ji foklora kurmancî, ji derdora Mêrdîn, lêkolîn foklor zargotin

- Ez Çûm Ku Neçûm Ku, ger û geşt gotar

- Baranên çilsarî / Helbest

- Tebatî / Çîrok

- Bayê Zewêdiyan / Helbest

- Esargeya Şêmûgê / Helbest


- Esargeya Şêmûgê / M. Çiya Mazî / Weşanên Aryen / Helbest / 87 rûpel / 2022

 

 

 

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye. 

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Fûara Pirtûkan a Stenbolê hêdî hêdî tê

ad

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

ad

503 şano hatin girtin

ad

Demirtaş: Hûnê vî 10 mîlyonî çi bikin?

ad

Li Erxeniyê hemû kayyûman îstîfa kir

ad

Li Amedê 'Roja Çîrokê' hat pîrozkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şewata li Parîsê tîma Barselonayê da ber xwe!

  • 21 10 2026
news

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

  • 21 10 2026
news

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

  • 21 10 2026
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname