Diyarname
Di çarçoveya 38'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê de roja înê li ser dengbêjî gotûbêjek heye.
Gotûbêja ku bi navê "Di Kevneşopiya Dengbêjiyê de Rola Dengbêj Reso û Dengbêj Şakiro" ji aliyê Weşanên Nûbiharê ve tê organîzekirin, Îbrahîm Şahîn wekî axifger beşdar dibe.
Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş li ser dengbêjên mezin Şakiro û Reso du pirtûkên cuda amade kiribûn û weşandibûn. Pirtûkên ku ji Nûbiharê derketibûn heta niha duyemîn çapên wan hatine kirin û hê jî eleqeyek baş dibînin.
Şahîn, 8'ê mehê (roja înê) li ser vê kevneşopî, li ser her du dengbêjan dê biaxive.
Gotûbêj di navbera saetên 18.00 - 18.45'an de li Tuyapê li Salona Buyukada lidar dikeve.
**
Li ser Fûarê Nûçeyên Eleqedar:
- Agahiyên herî nû: Li Tirkiyeyê rewşa xwendinê
- Nivîskar Ozyalçiner: 'Pirtûk hebin fikrên azad çêdibin'
- Panel, gotûbêj û çalakiyên din ên li Fûarê
- Weşanxaneyên kurd ên dê li Stenbolê standê vekin diyar bûn
- Mêvanê rûmetê yê Fûara Pirtûkan diyar bû