Diyarname
Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin biryarnameyeke nû îmze kir û ragihand. Li gor vê biryarnameyê welatên ku ne dostên Rusyayê de dê deynên xwe bi rubleyê bidin. Di dayîn û firotinê de pereyên navneteweyî yan jî yên welatan dan û standinê dikin têne bikaranîn lê niha Putînî biryar da ku ev welat dê bi rubleyê ku pereyê rus e deynên xwe bidin. Bi gotineke din Putin li ser wan rubleyê ferz dike.
Hat gotin ku di nav du rojan de welatên ku ne dost in dê bêne diyarkirin.
ROJE ŞERÊ RUYSA-ÛKRAYNAYÊ
Piştî şerê 11 rojan hêzên rus ber bi paytexst Kîevê ve dimeşin. Hêzên rus bi bombebaranê gav bi gav ber bi pêş ve diçin. Li aliyê din hat ragihandin ku li bajarê Mariupolê ji bo vekirina korîdora mirovî şerawestineke demkî di navbera hêzên rus û ûkraynayê de çêbû. Li bendê ne ku li Harkovê jî korîdora mirovî bê vekirin.
Di vê navberê de di nav rojek de di vî şerî de çi pêşketin çêbûn, me ew dan hev. Va ne agahiyên rojekê:
- Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelensky bi vîdyo konferansê ligel Kongreya DYA’yê axiî û ji wan balafir şer xwestin. Kogre dê li ser vê nîqaşê bike.
Serokdewletê DYA’yê Joe Biden û Zelensky bi telefonê axivîn. Biden ragihand ku dê piştgiriya wan a ewlehî, însanî û aborî ji bo Ûkraynayê zêdetir bibe.
- Hat gotin ku hevdîtina heyetên Rusya û Ûkraynayê ji bo hevdîtina sêyemîn dê roja 7’ê mehê bêne cem hev.
- Rêxistina Tenduristî ya Dinyayê (WHO) ragihand ku li Ûkraynayê êrîş li hemberî hin saziyên ku karê tenduristiyê dikin pêk hatiye. Rêxistinê got ku niha hin raporên din li ber destên wan in û ew lêdikolin.
- Operatora Pergala Ragihandina Gazê ya Ûkraynayhe diyar kir ku li bajarên Kîev, Harkîv, Mikoloyîv, Zaporijya, Donetsk û Luhanmsê 16 stasyonên belavkirina gazê hatine girtin.
- Heyetek ji DYA’Yê çû Venezuellaya ku alîgirê Rusyayê ye. Rojnameya The New York Timesê nûçe gihand.
- Serfermandariya Artêşa Ûkraynayê got ku di navbera 24’ê reşemî heta 6’ê adarê de ji 11 hezarî zêdetir leşkerên rus mirine. Wan heta niha 44 balafirên şer, 48 helîkopter, 285 tang, 985 erebeyên zirxîn, 109 pergalên topavêtinê, 447 erebe, 60 tangên nefta ji bo erebeyan û 4 heb jî balafirên bêmirov têk birine.
- Hêzên rus ragihandin ku li derveyî bajarên Hersonê ku dikeve başûrê Ûkraynayhe baregeheke leşkerî bi dest xistine.
- Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Anthony Blinken li Polonyayê çû serdana kampa penaberan ên ku ji Ûkraynayê hatine wir.
- Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihanrd ku zêdeyî mîlyon û nîv ûkraynayî wekî penaber derbasî welatên cîran bûne.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Abramovich kulûbey Chelsea roşeno
- Cîhana sînemayê Disney, Warner Bros û Sony jî ketin nav tevgerê
- 64 kîlometre konvoya leşkerî
- Muskî wisa tiştek kir dê rê li serdemeke nû veke
- Serokatiya Rûmetê ya Pûtînî betal kirin
- Akademîsyen û rojnamegerên rus dijî şer derketin
- Ji aliyê sporê ve rojeva şer
- UEFA maça şampiyonî Rusya ra girote
- Şerê Rusya-Ûkrayna: Çernobîl ket destê Rusan
- NATO: Leşkerên xwe bi paş ve vekişîne
- Li Ûkraynayê şer dest pê kir
- Putînî serxwebûna Donetsk û Luhanks bi awayekî fermî nas kir