Diyarname
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wekî mêvanê fermî yê Qeddafî çû Lîbyayê.
Barzanî û heyeta pêre wekî mêvanê fermî yê Serokdewletê Lîbyayê Muammer Qeddafî duh êvarê bi balafirekî taybet çû Lîbyayê. Serokwezîrê Lîbyayê Doktor Bexdadî li balafirgehê pêşwazî li Barzanî û heyeta pêre kir.
Li gor nûçeya Kurdistan Tv Barzani bi Qeddafî re hevdîtineke pêk anî. Barzanî, ji ber nêzîktêdayîna baş a Qeddafî ya li hember kurdan û ji bo piştgiriya wî sipasiyên xwe pêşkêş kir.
Qeddafî jî li ser serdana Barzanî wisa got: "Bi serdana we ez kêfxweş bûm. Libyayê wekî mala xwe bihesibînin. Hûn kengê bixwazin hûn dikarin bên."
Hate gotin ku li ser ewlehiya li Iraqê û pêşveçûna siyasî jî her du rêberan axaftin kiriye.