logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Festîvala Fîlmên Kurdî amade ye

Festîvala Fîlmên Kurdî amade ye. Fîlmên ku li ser kurdan in û xwegihandina wan zehmet e li vê festîvalê têne nîşandayîn

  • Dîrok: 04/03/2022
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil OGUZ

Piştî serdema pandemiyê û rêvebûna li çalakiyên çandî ji bo kurdên Stenbolê jî xebateke girîng tê: Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê. Festîvala ku di sala 2019’an de a yekem car li dar ketibû û ji ber pandemiyê navber dabûnê, niha, vê adarê ya 2’yemîn car li dar dikeve. Ji bo ragihandina festîvalê daxuyaniya çapemeniyê hat lidar xistin.

Komîteya amadeker a festîvalê li Mezopotamya Sînema ya li Elmadaga Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê komîteyê ji Kolektîfa Sînemyê ya Mezopotamyayê Adar Taş axivî û qala xebatên wan û li dar ketina festîvalê kir. Taş da zanîn ku gelên cihanê ev sed sal zêdetir in bi sînemayê nav û nasnameya xwe li dinyayê belav kiriye, lê gelê kurd û gelên wekî kurdan di vê hêlê de timî bi astengîyan re rû bi rû mane. Taş wisa dom kir: “Ji polîtîkayên asîmîlasyonê bigire heyanî derfetên madî û manewî timî zehmetî û astengî derketiye pêşiya sînemaya kurdî. Hê jî bi rengên cur bi cur ev rewş didome. Wekî komîteya amadekar ya vê mîhrîcanê em di ferqa vê rewşê de ne û li ser vê bingehê em dixwazin festîvala duyem ya fîlmên kurdî ya Stenbolê li dar bixin. Gelê kurd bi her awayî û bi çand û hunera xwe di nava têkoşîneke neteweyî de ye. Hêvîya me ew e ku em jî ji vê re bibin çirayek.”

‘EM QEDEXEYÊN SER SÎNEMAYA KURDÎ RADIKIN’

Taş got ku di sala 2019’an de wan mîrîcana yekemîn li dar xist, berî vê wan ferq kiriye ku   sînemagerên kurd filmên ku kişandine nikarin bi hêsanî di salonan de bidin nîşandan û wiha dom kir: “Heger fîlmên wan bihatana nîşandan jî ji mekanîzmaya sansurê re derbas dibûn. Niha jî em nikarin bibêjin ku fîlmên kurdî salona dibînin û rastî mekanîzmayên sansûrê û qedexeyan nayên. Ev mesele û pirsgirêk hê jî didomin. Ji ber vê yêkê jî em bi rêya vê mîhrîcanê dixwazin sansur, astengî, zehmetî û qedexeyên li dijî sînemaya kurdî tên avakirin heyanî ku ji destê me bê ji holê rakin. Ji bilî vê em dixwazin ev festîval bibe qada sînemagerên kurd ku bikaribin fîlmên xwe bidin nîşandan û berhemên xwe di serî de bigihînin temaşevan û sînemahezên kurd û hemû sînemahezan.”

Li aliyê din Adar Taş got ku ew dixwazin di sînemaya cîhanê de ji bo kurdan nûneriyeke xurt ya sînemayê ava bikin, rengekê bidin sinemaya kurd û cîhanê.

FÎLMÊ KU 1933’YAN DE HATIYE KIŞANDIN TÊ NÎŞANDAYÎN

2’yemîn Festîvala Fîlmên Kurd di navbera 24-29’ê adarê de dê li dar bikeve. Êvara 24’ê mehê bi merasimek dê festîval dest pê bike û êvara 29’ê mehê dîsa bi merasimek bi dawî bibe. Wekî fîlmê destêkirina festîvalê jî fîlmê “Kurdên Êzîdî” ku derhêneriya wî Amasî Mastirosyan ku di sala 1933’yan de kişandiye hatiye hilbijartin. Êvara 24’ê mehê li Navenda Çanda Kentê ya li Şîşliya Stenbolê dê bi merasimê festîval deriyên xwe veke û heman êvarê ligel nîşandayîna fîlmî dê konsereke jî li dar bikeve.

30 FÎLM Û BELGEFÎLMÊN LI SER KURDAN HENE

Li gor gotina amadekaran ji bo amadekirina vê festîvalê ev 5 meh in ew li ser dixebitin, ji bo festîvalê hin fîlm wan ji xwediyên fîlman xwestine, hin jê jî piştî hatiye bihîstin gihîştine ber destê wan. Bi temamî 80 berhem gihîştine ber destên wan. Di vê demê de 10 kes li ser xebitîne, li fîlman temaşe kirine, nirxandine û di dawiyê de ji nav wan fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm bi giştî 30 berhem neqandine.

Hemû fîlmên festîvalê dê li sînemaya Cinemajestîk a li Beyogluya Stenbolê bêne nîşandayîn. Komîteya amadekar diyar kir ku dê forûmek jî li dar bikeve û di dawiyê de bang li hemû sînemahez û kurdan kir ku werin li fîlmên ku mimkûn e li cihên din nebînin temaşe bikin.

Festîval di navbera 24-29'ê adarê de dê li dar bikeve. Fîlmên festîvalê li Cinemajestîkê têne nîşandayîn.

 

***

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com         

  

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

QSD û Artêşa Iraqê wê li sînor navendek hevpar ava bikin

ad

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

ad

Vê carê tabloyeke navdar birin welatên ereb

ad

Navê Messi li kulîlkek kirin

ad

Partiya Komunîst tevlî Meclisa Gel a Rojava bû

ad

Serokê HEDEP'ê Bakirhan bi kurdî bersiva Bahçeli da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname