Diyarname
Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli ku gotibû HEDEP'î bi kurdî nizanin, bersiv ji Hevserokê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan bi kurdî hat. Bakirhan di civîna koma HEDEP'ê de îro bi kurdî axivî.
Bakirhan wisa got, "Em terbiya xwe berdewam bikin loma em bêjin birêz Bahçelî. Em kurd in, em ji Kurdistanê hatine. Welatê me, zimanê me, çand û hunera me benzemîşê (naşibe) we nake. Em mîna we nîn in. Gerek hûn viya qebûl bikin. Hûn dibêjin bi zordarî emê zimanê we, hunera we, çanda we asîmîle bikin, emê we giştan bikin tirk. Belê em gelê tirk re tiştek nabêjin lê ev gotina we jî dupeduz (rasterast) faşîzm e. Em hemberî vê faşîzmê disekinin. Emê li hemberî vê faşîzmê bisekinin. Xwedê teala li ser rûyê dinya zimanek daye her kesî, zimanek daye me, tu hemberî Xwedê derdiketî, înşela ê ke dijî Xwedê derdikevin dê bela xwe bide wan. Carek din hûn bi xêr hatin, ser çavan, ser seran hatin. Sipasiya we dikim."
Piştî Bakirhan gotina xwe temam kir, Wekîla Koma HEDEP'ê Meral Daniş Beştaş jî bi kurdî civîna komê temam kir û xatir xwest.
Va ye ew axaftin: