Diyarname
25’emîn Pêşbaziya Xelatên Rojnamegerî ya Metîn Goktepe dest pê kir. Pêşbaziya ku ji aliyê rojnameya Evrenselê ve tê organîzekirin, yên bixwazin dikarin heta 14’ê adara 2022’yan berhemên xwe bişînin ber destê amadekaran. 10’ê avrêlê roja rojbûna Metin Goktepe de kesên bi ser ketine dê bêne xelatkirin.
Pêşbazî di warê nûçe (nûçeya nivîskî û nûçeya dîtbarî), foto û rojnamegeriya herêmî de tê li dar xistin. Kesên berhemên xwe bişînin divê berhemên wan dinavbera rojên 10’ê adara 2021 û 10’ê adara 2022’yan de hatibin weşandin.
Celal Başlangiç, Hale Gonultaş, İpek Ozbey, Mehveş Evin, Murat Sabuncu, Nazim Alpman, Serpil İlgun û Zana Kaya wekî endamên juriyê yên îsal dê berheman binirxînin.
Ji bo şandina berheman û têkiliyê:
gazetecilikodulleri@gmail.com