Umran ARAN
Îro ji bo dersên hilbijêrkî yên kurdî li xwendingehan li polên 5,6,7,8’an roja dawî bû. Bi destpêşxeriya Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî îsal ji bo hilbijartina dersên kurdî kampanyayeke xurt hat birêvebirin û hema hema hemû aliyên kurd piştgirî dayê. Ez hêvî dikim bi sed hezaran zarokên kurd van dersan hilbijêrin û kurdî her deng vede li banê gerdûn. Ez ê li vir behsa girîngiya vê yekê nekim; gelek kesan behs kir û mamoste Şehmuz Kurt[1] nivîsareke hêja li ser nivîsî.
Bi prosesa hilbijartina van dersan re meseleya binavkirinê jî li ser medyaya civakî hat gengeşekirin. Min bala xwe da van gengeşeyan û dît ku kesên peyvçêker ji dêvla ku hewl bidin ji hev fam bikin û peyva rast û durist çêbikin/darêjin, wan bi helwesteke qayişkêş hewl daye peyva xwe bidin qebûlkirin. Ev ne pêşbaziya gotinên nûçêkirî ye! Divê em bi awayekî analîtîk berê xwe bidin meseleyê û hewl bidin gotineke minasib çêbikin. Ez ê bi vê seîqê di vê nivîsarê de peyvekê pêşniyaz bikim û peyvên peşniyazkirî analîz bikim.
Ji bo çêkirina peyveke nû em dikarin sê rêzikan daînin ber xwe:
1) Peyva nû ji bo kîjan zimanî hatibe çêkirin, divê li gor rêzimana wî be. Piştî ku ev şert pêk hat, êdî mirov ji nav peyvên pêşniyazkirî yekê hildibijêre.
2) Divê peyva nû nêzî formên berdest û berbelav be da ku ji hêla gel ve zû bê qebûlkirin.
3) Ku berê peyvên manend hatibin çêkirin, divê peyva nû li dû mentiqa wan biçe.
Ez li dû van her sê rêzikan peyva “hilbijêrkî” pêşniyaz dikim. Dema ku em bala xwe didin medyayê, em dibînin ku ev peyv hatine pêşniyazkirin yan ferzkirin: hilbijarte, hilbijartî, bijarî, berbijêr, bijêrbar.
Ji nav van ya herî zêde hatiye bikaranîn, “hilbijarte” ye. Em ê bi wê dest pê bikin. Di eslê xwe de hilbijarte û hilbijartî heman tişt in. Paşgira “-e” forma farisî ye[2] ku berginda wê di kurmancî de “-î” ye. Ev paşgirên han di van zimanan de partîsîba borî çêdikin. Bi kurmancî gotî, bi farisî gofte ye. Her du ziman jî ji bo çêkirina partîsîpa borî reha dema borî ya lêkerê bi kar tînin; farisî paşgira “-e” lê zêde dike, kurmancî paşgira “-î”. Di kurdî de peyvên bi forma farisî çêkirî jî hene wekî pêkhateyê ku pêkhatî ye. Piştî ku me fam kir ku hilbijarte û hilbijartî yek in ka îcarê em li ser “hilbijartî”yê bifikirin. Wekî me got hilbijartî partîsîpa borî ya hilbijartinê ye. Partîsîpa borî di kurdî de berkar e, mefûl e, pasîv e. Mîsal kincên şûştî, ew kinc in ku ji hêla hinekan ve hatine şûştin. Ev kar temam bûye, bûyer derbas bûye û şûştî rengdêr e. Dersên hilbijartî ew ders in ku hatine hilbijartin. Lê helbûkî li vir peyva ku em lê digerin “optional” e, yanî ew ders in ku stendina wan dimîne li ser hilbijartinê, ne ku hatine hilbijartin û mesele qediyaye; tên hilbijartin. Lewma reha dema borî nabe, divê em peyvekê ji reha dema niha ya lêkerê çêbikin.
(Dîsa jî ez dixwazim derbarê paşgira “–e”yê di kurdî de, li vir kevanekekê vekim û spekulasyonê bikim. Di kurdî de ev paşgir ji hin peyvan karayan, rengdêrên çalak jî çêdike. Mîsal li beriya Mêrdînê ji bo kesên ku pir dixwin peyva “xure” heye. Ji ber ku ji bo wan kesan tê gotin ku pir dixwin, ev partîsîpa niha ye, kara ye, çalak e. Lê tam ne zelal jî be, mirov dibêje qey ji reha dema borî hatiye dariştin. Her wiha peyva kirde jî partîsîpa niha ye, yanî ew kes e ku dike û bi reha dema borî hatiye çêkirin, lê li vir mesdera lêkerê ne ji forma kirinê ye, ji ya kirdinê ye. Wekî din peyva qûnde heye, ev jî partîsîpa niha ye; qûnde ew kes e ku qûna xwe dide. Em peyvê ji hev de bixin: “qûn+d+e” ye. Îcarê li vir em dibînin ku paşgira “-e”yê hatiye paş reha dema niha ya lêkera danê, “d-”yê. Mirov dibêje qey peyva fermande jî bi vî awayî hatiye çêkirin. Fermande ew kes e ku ferman dide. Welhasil em dibînin ku ev paşgir hinekî bêpergal tevdigere yan jî ji her du rehan jî peyvan çêdike. Ji reha niha jî ji reha borî jî partîsîpên niha, karayên çalak çêdike. Lê em vê taybetiya wê qebûl bikin jî, dîsa divê hilbijarte ew kes be ku hildibijêre. Lê jixwe peyva hilbijêr ji bo vê yekê heye.)
Îcar em li peyva bijarî binêrin. Çêkirina vê peyvê bikêşe xuya dike. Divê em yan ji reha borî yan ji reha niha ya lêkerê peyveke nû çêbikin. Paşgira “-î” tê famkirin, lê ev bijar çi ye nayê famkirin. Ji ber ku reha borî ya lêkera bijartinê bijart e û reha niha jî bijêr e. Lewma bi min ev ne rêzimanî ye. Herçi di nav gel de li hin herêman ji bo “elît”ê, bijare hebe jî, ew halê deformebûyî yê bijarteyê ye.
Herçi berbijêr e, ew kes e ku li ber hilbijartinê ye; tê hilbijartin, wê bê hilbijartin. Ev peyv ji zû de di çapemeniya kurdî de bi maneya namzedê tê bikaranîn û şûna xwe xweş kiriye. Ne hewce ye mirov li ser bifikire û peyveke cihgirtî şolî bike.
Peyva dawî bijêrbar e. Ev paşgira “-bar” hêdî hêdî di gelek peyvan de dixuyê ku wekî berginda “-ble”ya îngilîzî tê bikaranîn. Celadet di Gramerê de ew hem wekî paşgira reha niha hem jî ya reha borî ya lêkeran wekî mînak daye. Mîsal “xwarbar: yenilebilir, guhêrbar: degîşken” nivîsiye. Tiştê min fam kiriye, ev paşgir têkildarî maneya peyva bar e, yanî ew tiştê ku tê hilgirtin. Mîsal tiştek guherbar be, taybetiya guherînê hildigire, yanî taybetiya guherînê tê de heye. Sevan Nişanyan di ferhenga xwe ya etîmolojiyê de nivîsiye ku “–bar” û “–war” yek in û maneya yê ku hildigire, yê ku tîne didin. Her wiha diyar kiriye ku reha wê digihîje heta lêkera baraitiya Avestayî ku maneya wê hilgirtin yan ber dan e (“ber”, bi maneya berhem).[3] Ev nîşan dide ku yekser têkildarî peyva bar a kurdî ye. Paşgireke tevlihev û nezelalkirî ye; tê paş reha niha, reha borî yan paş mesderan/navdêran? Bi min wisa tê ku divê bê paş navdêran/mesderan, yanî divê bijartinbar be. Lê mesele li cem min jî zelal nebûye. Lewma em nikarin bibêjin bijêrbar ne rêzimanî ye, lê belê ne li gor rêzika me ya duduyan e; ji ber ku formên manendî wê di nav gel de zêde nîn in, qebûlkirina wê zehmet e.
Em bên ser pêşniyaza xwe “hilbijêrkî”yê! Me berê diyar kiribû ku divê peyva nû ji reha dema niha ya lêkerê bê dariştin yanî ji “bijêr”ê. Bi paşgira “-k”yê em maneya tiştî/amrazî didinê, yanî em wê dikin tiştekî li ser hilbijartinê. Bi paşgira “-î”yê jî em vî tiştê ku tê hilbijartin dikin rengdêr. Em paşgira “-k”yê bi kar neynin û bikin hilbijêrî, ji ber ku hilbijêr “seçmen” e, maneya wê dê bibe “seçmenlik”. Bi vê paşgirê em ji navê kesî, navê tiştî çêdikin. [4] Lewma divê her du paşgir jî hebin. Jixwe ev her du paşgir di kurdî de pir berbelav in û maneyên wan tên zanîn, lewma ne hewce ye em bi hûrgilî rave bikin. Ev peyv hem rêzimanî ye û hem jî nêzîkî hin forman e ku berê li nav gel hene. Yanî yekser li gor her du rêzikên me yên pêşî ye. Her wiha me ji zû de ji bo peyva oral, devkî û ji bo peyva verbal, peyvkî çêkiriye, bi kar aniye. Li dû vê mentiqê rewa ye ku em ji bo optionalê jî hilbijêrkîyê[5] bi kar bînin. Ev jî li gor rêzika me ya sisiyan e.[6]
Ev pêşniyaza min e. Hêvî dikim em bi awayekî analîtîk û zimannasî li ser bifikirin û biryarê bidin, ne ku bibêjin “hitil mitil a min rast e!” û peyvperestiyê bikin.
[1] https://diyarname.com/news.php?Idx=52547
[2] https://sites.la.utexas.edu/persian_online_resources/verbs/past-participle/
[3] https://www.nisanyansozluk.com/kelime/+ber
[4] Bo nimûne çavşîn rengdêr e, lê çavşînk tişte ye, obje ye. Objeya ku li gor baweriyê nahêle mirov çavînî/nezerî bibe. (Spas ji bo Burhan Tek ku pêşniyaz kir vê jêrenotê lê zêde bikim.)
[5] Bi kurtî bijêrkî be jî tiştek jê xera nabe.
[6] Jixwe berê jî bi heman mentiqê peyva vebijêrk jî ji bo optionê hatiye çêkirin û bikaranîn.
***
Hin nivîsên Umran Aran ên ku berê di Diyarnameyê de derketine:
- Umberto Eco û Remezan Alan yan jî çima Saturn bi ser neket?
- Stratejiyên Cihguhertinê û Hevokên Kompleks di Kurmancî de
- Partîsîp û Raweyên Neragihandinî di Kurmancî de
-
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com