LUQMAN GULDIVÊ
Bêgaviya mirovî ne ji nexurtbûn û kêmderfetiyê ye, tişta ku mirovî herî zêde bêzar dike şikestina wî ya manewî ye. Ango mirov ne bi lawaziya xwe lê bi baweriya ku lawaz e, bêgav dibe. Lê dema projeyên mirov ên siyasî hebin û wan karibe wekî alternatîf bi pêş bixe, cih ji bêgavî û bêzariyê re namîne. Dema ku li Sûriyê doza rewa ya azadî û demokrasiyê ya gelên Sûriyeyê bi destwerdana ji derve dirûv guherî, welat jî ket nava şerekî bê wicdan ê xwînrij ku êdî tevahiya aktorên li nava Sûriyê bêzar bûn, û ji çareseriyekê azadiya gel misoger bike û demokrasiyê li welêt rûnîne jî kir ku hêviya xwe bibire. Bi tenê yek îstîsnaya vê yekê hebû, ew jî rêya sêyem a bi pêşengiya kurdan û Rojava bû.
Dîmenên pêr li Idlîbê derketin holê, bi dehan zarokên bê rih ên ji ber gazên kîmyewî yên rejîmê yan jî aktorên din, nîşanî me dan. Her mirov li hemberî van dîmenan helbet birîndar dibe, her du aliyên şer jî zarok, jin, kal û pîr jî di navê de xwe ji kuştina sivîlan nedin alî. Çeteyên DAIŞ’ê jî di nav de ji bilî hêzên QSD’ê hemû aliyan sîlehên kîmyewî bi kar anîne. Jixwe, hîna li ber çavên me ye ka çawa çeteyên Tirkiyeyê taxa Şêx Meqsûd li Helebê bi gazên kîmyewî bombebaran kir. Bi her halî ev dîmen ji nû ve piştrast dike ka projeya siyasî ya TEV-DEM’ê û pêkhateyên din ên li Rojava û Bakurê Sûriyê ji bo çareseriyeke mayînde ya li welêt çi qasî girîng e. Ev her du aliyên şer ên ku di nava gunehên şer û gunehên li dijî mirovahiyê de gevizîne, divê berî her tiştî xwe ji meydana siyasî vekişînin û derfetê bidin pêkanîna meclisên sivîl ên herêman, da ku berî her tiştî aştiyeke maqûl û mayînde karibe hêdî hêdî bê tesîskirin. Ango modela Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê dikare ji bo tevahiya Sûriyê bibe modela çareseriya pirsgirêkên li welêt û dikare di heman demê de jî rê li ber aştiyeke mayînde veke. Lewma dema hemû aliyên civakî û aktorên siyasî di birêxistinkirina jiyana rojane, civakî, siyasî de bibin xwedî rol, karibin berjewendiyên xwe bi rêya xweseriyên cihê, di ast û qonaxên cihê de bi rê ve bibin û bi rêya mafê parastina rewa ya ji bo her kom, civak, çîn, bawerî û qewmî, xwe biparêzin, hingê aştiyeke mayînde jî, çareseriyeke maqûl jî mimkûn dibe. Hovîtiya li Idlîbê, li Xan Şeyxûnê zarûrîbûna vê rêya sêyem ji bo tevahiya Sûriyê nîşan dide.
Li başûrê Kurdistanê jî bi meseleya hildana ala başûrê Kurdistanê li Kerkûkê, krîzeke nû ya siyasî ya ku dikare ji bo kurdan bibe sedema dayîna berdêlên giran, tê çêkirin. Ev yek jî zarûrîbûna modeleke bi heman rengî di navmala kurdan de. Pêşî em bibêjin, mafê gelê kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe, mafekî rewa ye bêguman, lê berjewendiyên sereke yên gelê kurd parastina destketiyên heyî û bipêşxistina wan e; pê re jî helbet parastina jiyan, mal û milkê endamên wî. Lê li meydaneke siyasî ku yekane dezgeha siyasî ya dikare referandûmeke li ser çarenûsa miletekî bi rê ve bibe, betalbûyî, wê biryara li ser çarenûsê çi qasî karibe rewa be? Li aliyê din kirasekî teng di tecrubeya du sedsalên dawiyê de li mafê diyarkirina çarenûsê a gelan hatiye kirin, ango rê, model û projeyên din ên siyasî yên muhtemel nehatine minaqeşekirin ku dikarin cihê bin ji serxwebûn, xweserî yan jî federaliya dewletî. Mesela azadî di van modelan de talî ye.
Tevî her tiştî, em berê xwe bidin aliyê reel-siyasî yê meseleyê: dewleteke muhtemel a serbixwe wê xwe di warê aborî de çawa li ser piyan bigire? Halê hazir hizra PDK’ê ew e ku wê di ser Tirkiyeyê re ji bo firotina neftê alternatîfeke li dijî Bexdayê ava kiriye. Lê belê heke PDK’ê bi rastî pişta xwe daye vî dîwarî, em vê bi kêmaqiliya xwe jê re bibêjim, “dîwarê te ketî ye”. Ha va ye, di meseleya alayê de Erdogan tilî li tevahiya rêveberiya başûrê Kurdistanê hejand! Kîjan lûlê wê neftê bigihîne mişteriyan?
Lê ka em bipirsin, ma li başûrê Kurdistanê bêyî vê, derfeta biryardayîna li ser çarenûsê ne mimkûn e? Belê, çawa! Berî her tiştî aktîfkirina parlamenê, normalkirina têkiliyên di nava aliyên siyasî yên kurd de, normalkirina têkiliyên bi parçeyên din ên Kurdistanê re û heta avakirina hevgirtinên siyasî, eskerî û aborî bi van beşan re û lidarxistina Kongreya Neteweyî dikarin meydaneke nû ji bo diyarkirina çarenûsê li pêşiya gelê kurd li başûrê Kurdistanê û parçeyên din veke ku ne Tirkiye, ne Îran, ne Iraq û ne Sûriye dikarin zirarê bigihîninê.
guldive@yahoo.fr
06.04.2017, Yenî Ozgur Polîtîka