Çomanî: Bi 'Seher'a soranî Demîrtaþ li Baþûr zêdetir populer bû
Hevpeyvîn: Zekî Ozmen
Pirtûka Seher a Selahattin Demirtaþ bi weþandinê re dengekî mezin veda. Çîrokên di pirtûkê de hemû bi zimanê tirkî ne. Wergera pirtûkê ya kurmancî ku ji aliyê Rêdûr Dîjle ve hatiye kirin, vê hefteyê derket û wê jî di medyaya Bakur de dengekî mezin veda. Lê belê berî çar mehan wergera pirtûkê li Baþûr ji Weþanxaneya Xezelnûs bi soranî derketibû. Wergera soranî li Baþûr deng veda lê di medyaya Bakur de cihekî zêde negirt. Em derbarê eleqeya Seher a bi soranî û rexneyên li þêweyê weþandina wê de bi wergerê pirtûkê Ferhad Çomanî re axivîn. Çomanî li Baþûr ji bilî karê rojnamegeriyê, wekî nivîskar û wergerê pirtûkan jî ji nêz ve tê naskirin. Me pirsên meraq dikirin jê pirs kirin û wî jî ya dilê xwe ji me re anî zimên:
Wergera kurmancî ya Seherê ku ji aliyê Rêdûr Dîjle ve hatiye kirin vê hefteyê çap bû. Medyaya Bakur eleqeyeke mezin nîþanî wergera kurmancî da. Çar meh jî di ser çapa wergera te ya ji bo soranî derbas bûn. Eleqeya ji bo soraniya pirtûkê heta niha li Baþûr çawa ye?
Di serî de lazim e ez vê bêjim, berî ku Seher bi soranî derkeve xwendevanan ewqasî meraq dikir, wisa kirin ku weþanger hinek karên xwe bide alî û bi lez Seherê çap bike. Seher navê birêz Selahattin Demirtaþ li ser bû, ji aliyê wî ve di hucreyeke girtîgehê de hatibû nivîsandin. Nivîsandina van çîrokan di zindanê de bi xwe bû çîrokeke mereqkirî. Lewma jî hem ji aliyê xwandevanan û hem jî ji aliyê hinek dezgehên medyayî yên Baþûr ve eleqeyeke baþ jê re hat nîþandan. Niha di pirtûkxaneyan de bi dest nakeve û em ji bo çapa duyem wê amade dikin.
Gelo li Baþûr tiþteke ji rêzê ye ku çapa yekem a pirtûkekî di nava çend mehan de biqede û çapa duyem were weþandin?
Rastî ne tiþteke ji rêzê ye. Pirtûkên ku çend caran jî hatine çapkirin nadir in. Lê eleqeya mezin li hember Seher wisa kir ku bibe pirtûka salê li Baþûr. Li rojhilatê Kurdistanê jî di pêþegeha pirtûkan a bajêrê Sine de jî Seher bû pirtûka ku herî zêde di nav hezaran pirtûkên din ên kurdî de hate firotin. Hetanî niha jî mesaj ji min re tên û daxwaza Seherê dikin.
Selahattin Demirtaþ li Baþûr wekî siyasetvanekî gelek tê hezkirin. Çapa pirtûka wî ya li Baþûr çiqasî bandor li popûlerbûna wî ya heyî kir?
Bandoreke mezin kir. Wiha kir ku hema bêje hemû xwendevanên Seherê ji birêz Demirtaþê siyasetmedar û niha jî ji Demirtaþê nivîskar û vebêjê êþ û zehmetiyên wan jî hez dikin. Ez çima vê dibêjim? Ji ber ku ew karvedanên nivîskî ku ji min re hatine îmaje bi wê yekê didinê wekî ku Selo can çîroka wan nivîsandibe. Gelek kes bi kelecaneke mezin sûretê nîvê rûyê xwe digel Sehera nîvrû a li ser pirtûkê parve dikirin. Ev bi xwe bes î wê çendê ye ku xelk çiqas wan çîrokan wekî parçeyekî jiyana xwe bibînin.
Li Bakur wergera çapa kurmancî ji wergera te ya soranî zêde deng veneda. Sedemê vê yekê jî wekî helwesta çapemeniya Bakur a li dijî ku te pirtûk bêyî destûra Selahattin Demirtaþ wergerandiye û weþandiye hate nîþandan. Sedema weþandina pirtûkê ya bêyî destûra nivîskarê pirtûkê Demirtaþ çi bû?
Rastî ev þaþîtiyeke mezin e bibêjin bêyî ku destûr bistîne wergerand û çap kir. Ez dikarim hemû email û axaftinan nîþanî wan bidim, ên vê yekê dibêjin. Ez zêdetirî du mehan bi weþanxaneya Seher a tirkî re ketim têkiliyê. Min digel sê camêrên ku di DipNot de diþuxilin qise kir û wan di serî de got ji me re reþnivîska wergera xwe biþîne. Paþê gotin lazim e parêzerên birêz Demirtaþ herin cem wî, ji bo destûra çapa soranî bide. Bersiv li min vegerandin û gotin birêz Demirtaþ erê kiriye lê gotiye bila digel weþanxana DipNot'ê têkeve têkiliyê. Êdî min çend email ji wan re þandin lê di dawî de êdî bersiva min jî nedidan. Dîsa jî em mehekî li benda bersiva wan man lê tu bersiv nedan. Digel wan hemî rastiyan ez ê tiþtekî bêjim; heke ked û westiyana min bi þev û roj ji bo wergerandina pirtûka Seherê ya birêz Demirtaþ, bêyî ku min pere sitandibe, sûç û xeta be, ev ked ji bo zimanê kurdî ye. Heke danasîna birêz Demirtaþ wekî nivîskarek bi xwendevanên Baþûr û bêparnekirina wan ji pirtûka wî tawan be, ez amade me herime wir û bi her cezayî razî me. Lê bi hêvî me ceza ne ew be ku biþînin zindana F Tîpê ya Edirne. Ji ber ku baweriya min sedî sed ew e ku hiþmendiya wan ji eqiliyet û siyaseta ku birêz Demirtaþ girtine sedî sed cuda ye.
Haya te jê heye ka Demirtaþ ser wergera soranî çi bertek da, yan jî te hewl da bi rêya parêzerên wî xwe bigihîniyê?
Wekî min di bersiva pirsa te ya gava din de jî got, erê ew hevalên DipNotê çend caran gotin em ê xwesteka te bigihînin birêz Demîrtaþ. Carekê gotin roja îna were wê parêzerên wî herin. Piþtî heftekê gotin çênebû, wê hefteya pêþ herin. Paþê gotin rûniþtina dadgehê destpêkiriye û vê hefteyê jî nikarin. Piþtî wan hefteyan min çend email jî þandin lê êdî tu kesî bersiva min neda.
Pirtûk weþiya û li gor min ser medyaya civakî þopand eleqeyeke baþ jî jê re peyda bû. Di warê birêveçûna çapê û belavkirina pirtûkê tiþteke tu bibêjî xwezî pêþiya pirtûk çap bibe min ev bikira û piþtî çap bûyî min ev jî bikira heye gelo?
Erê heye, lê mixabin pêk nehat. Min ji xebatkarên DipNotê xwest ku heke mûmkûn be birêz Demîrtaþ bi rêka vê wergerê pêþgotineke wekî peyama wî ji gelê Baþûr re binvîse, lê mixabin ew jî pêk nehat. Ev xwesteka min jî bê bersiv ma.
Hatina pere ya Seher a tirkî û kurmancî wê ji bo projeyên civakî were terxankirin. Gelo hatina pereyan a Seher a soranî wê ji bo çi were xerckirin?
Min û birêz Rewez Hemesalih, rêveberê weþanxaneya Xezelnûs, biryar daye piþtî çapa duyemîn beþek pereyê Seherê ji bo nexweþxaneya Hîwa a penceþêrê li Silêmaniyê were dayin.
Em vegerin ser naveroka pirtûkê... Tu hem wêjevan û hem jî wergerê wêjeyê yî. Rexneyên te yên derbarê çîrokên di Seherê de meraq dikim...
Rexneyên min nizanim çawa bînim zimên, rastî wekî te got "tu hem wêjevan û hem jî wergerê wêjeyê yî" bi vê pirsê tu min dikî lêkolînvan jî (dikene). Ez bawer dikim rexnekirin ne karê min e, lê heke ez nêrîna xwe bînim zimên dikarim vê bêjim; çend heb ji çîrokên Seher ji aliyê teknîkî û plot ve hinek lawaz bûn. Yanî xuya dibe ku Seher yekem pirtûka nivîskar e. Vê jî bêjim ku ev nêrîna min ne ji bo hemû çîrokên nava pirtûkê ye lê ji bo hinek ji wan derbas dibe.
Rexneyên wêjevanên baþûrî ji naveroka pirtûkê re çawa bû?
Digel pesindana çîrokan rexne jî hebûn. Hinekan ji wan gotin ev pirtûk heke navê birêz Demirtaþ jê rakî wê tu kes nexwînî. Bi ya wan gelek basît hatiye nivîsandin. Lê ez bawerim ev ne rexne ye. Ez ji bo roman û çîrokên xwe jî vê bersivê didim; gelo hûn çîrokên tevlîhev û zimanekî giran wekî çîrok û vebêjîna bi hêz dinirxînin? Na, ez bi xwe di wê baweriyê de me ku Seher lazim bû wekî ku birêz Demirtaþ nivîsandiye bê nivîsandin.
Meraq dikim, tu Demirtaþ wekî siyasetvanekî xwedî taybetmendiyên pirhêlî, diþibînî kîjan siyasetvanê baþûrî û çima?
Em hatin ser pirsa herî zehmet! Çi bêjim kekê Zekî... Rastî heke ev pirs ji bo dema me ya niha be, tu kes naþibe wî. Ez niha ji xeynî pozeke bilind, þaþiyên mezin û bê veger, ne diyariya stratejîyeke siyasî, kîndariyeke kûr, hevrikiyeke bi dijmintî û kesên dûrî wêjeyê tu tiþtan nabînim û tu kes naþibe wî. Di nava yên koça xwe ya dawî kirine dikarim bêjim ku diþibe birêz Newþîrwan Mistefa. Wekî wî bi rêwîtiya xwe ya siyasî qefên gulên wêjeyê ji me re çêdike. Pirtûka Bedem Rêgawe Gûlçinîn a Newþîrwan Mistefa tîne bîra min. Ji aliyê din ve hinekî diþibe birêz Mam Celalê rehmetî. Gelek taybetmendiyên hevbeþ di navbera wan de hene.
Eger rojekî derfet çêbibe ku tu bi Demirtaþ re rûnî, tu yê çi jê re bibêjî?
Rastî gelek gotin hene mirov bixwaze bibêje, helbet heke derfeteke wisa pêk were. Ez ê bêjimê berî Seherê me tu xwendî, serbûriya jiyan û mezinbûn û asîmîlebûna te. Ew neheqiyên li hember te hatin kirin ji me re hem çîrok û hem jî mînakeke mezin bû ji bo em jî di jiyana xwe de, ji bo sitandina maf û heqê xwe, ji bo ku em hîn bibin çawa ji xwelîbûnê vegerin ser rehên xwe û biryara vejîn û serhildanê.
Bila edet were cihê xwe û tiþtek di dawiyê de di dilê te de mabe, fermo...
Ez ji dil û can sipasiya te dikim û ji dil û can silavên xwe diþînim ji bo xebatkarên Diyarnameyê. Silavên ji dil ji bo birêz Selahattin demirtaþ.
Her wisa tiþtek di dilê min de mabe ez dixwazim rasterast bêjim; xwezî ji bilî ku ez werim rexnekirin li ser wê yekê, min Seher wergerandiye ser vî zimanê ku diviyabû zimanê yekem ê pirtûkê bûya, ez nehatibama rexnekirin. Min tenê xwest pirekê çêbikim. Pira ku di siberoja dîroka gelê me de hetanî îro dijminên me dixwazin têk bibin û ferheng û kultûra her parçekî Kurdistanê ji yên din cuda bikin.
Ji bo fotoyên li Baþûr ligel 'Seher'a soranî hatine kiþandin:
GALERÎ-SEHER-SORANÎ
***
Hevpeyvîna bi wergerê kurmancî re:
- Dîjle: 'Seher'a bi kurdî ji bo wêjeya kurdî dê livek erênî bide der