ENQERE
Di pêşnûmaya rêziknameya kongreyê ya ji bo nîqaşan hate vekirin de, di çarçoveya mafê gel ku qedera xwe bi xwe tayîn bike de, modela "Xwserî" jî di nav de hemû model ji bo nîqaşê hatin vekirin û ji bo modela rêxistinê jî pejirandina modela meclisê cîh girt.
Vane ji rêziknameya Kongreyê çend xal:
- Naskirina nasname û çanda hemû gelên li Tirkiyeyê dijî mafeke demokrasiyê ya jêvenager e. Kongreya me di serî de perwerdehiya bi zimanê zikmakî, ji bo polîtîkaya perwerdehî û çandê bi cih bê têkoşînê dide.
- Kongre modelên herêmî ku li herêmê biryar bê girtin û bikeve nav hewldanê guncan dibîne. Modela siyasî û îdarî ya herêmî ji xwe re dike hedef.
- Kongre li ser meclisên gel ên herêmî, navçe û bajaran, ji bo gel bibe navenda siyasetê têdikoşe.
- Kongre bingeha şêweyê rêveberî ku gel dixwaze û bingeha modelên xweseriyê saz dike. Ji bo vê dixebite.
- Kongre ji xwe re dike hedef ku hemû saziyên Derbeya 12'yê Rezberê ji holê rake.
- Dike ku zagona partiyên siyasî û ya hilbijartinê biguhere, rewşeke bê bendav û bê sînor derkeve holê.
- Kongre biryara Xweseriya Demokratîk a gelê kurd ji bo çareseriya pirsgirêka kurd wekî hewldaneke girîng dibîne. Di heman demê de Xweseriya Demokratîk ji bo pêşketina demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û bi hev re bûna rola wê diparêze.
- Kongre mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî mafê bingehîn qebûl dike.
***
Nûçeya eleqedar:
- Kongre bi 13 zimanan dest pê kir


