Diyarname
Di Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de Maçên Dora 2'yan hatin lîstin. Ji tîmên bajarên kurdan Mardîn BB, Igdir Spor di vê dorê de bi ser ketin. Agri Spor jî duh bi ser ketibû.
Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de maçên Dora 2'yan rojên 28, 19 û 30'ê mehê hatin lîstin. Di maça 29'ê mehê de Agri 1970 Sporê li mala xwe Kuşagasi GSK bi 1-0 têk biribû.
IGDIR SPOR BI PENALTIYAN BI SER KET
Di maçên îro de jî ji tîmên bajarên kurdan Igdir Spoor li mala xwe ligel Elazîz BLD Sporê lîst. Maç bi 0-0 bi dawî bû. Di encama penaltiyan de Igdir Spor bi 4-3 bi ser ket.
MARDÎNÊ GUMUŞHANE TÊK BIR
Mardîn Buyukşehîr Spor jî tîma Gumuşhane Sporê li Mêrdînê kir mêvan û bi 1-0 ew têk bir. Di maça ku li "Mardin 21 Kasim Şehîr Stadî" hate lîstin de gola Mardîn Sporê di deqîqeyan 22'yan de Abdulkadîr Ozdemîr avêt. Mardin Buyukşehîr bi vê derbasî Dora 3'yan a kûpayê bû.
Di Kûpaya Tirkiyeyê de dema pêşiya me dê maçên Dora 3'yan bêne lîstin. Ji bo Dora 3'yan roja 1'ê kewçêrê pişke têne kişandin.
Tîmên ku di Dora 2'yan de bi ser ketin derbasî Dora 3'yan bû û dê beşdarî pişkeyê bibin. Ji bilî van ji Lîga Super a Tirkiyeyê Adana Demirspor, Altay, Fraport-Tav Antalyaspor, GZT Giresunspor û Yukatel Kayserispor, ji TFF Lîga 'emîn 19 takım, ji TFF Lîga 2'yemîn 38 tîm bi temamî 87 tîm beşdarî vê dorê dibin ku di nav van de Amed Spor, Diyarbekir Spor, Adiyaman Spor jî hene.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji bo Dora 2'yemîn pişke hat kişandin
- Di Dora Yekem de tîmên kurdan jî hene
***
Ji bo kanala Youtubê ya Diyarnameyê:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname MAIL: diyarname@diyarname.com
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname