Diyarname
Careke din dîrok tê nivîsandin: Sê lîstikvanên ku berendamên Goga Zêrîn in ji Barçayê ne.
Xelata Goga Zêrîn ku ji aliyê FIFA û France Football ve tê li darxistin pêşî lîsteya lîstikvanên herî serketî yên îsal hilbijartin. Dûre hejmara wan daxist 10'an û ji nav 10 kesan jî sê lîstikvanên herî serketî hatin diyarkirin. Ew her sê jî lîstikvanên Barselonayê ne: Xavi, Andres Iniesta û Lionel Messi.
Ji Xavi, Andres Iniesta û Lionel Messi yek wê di 10'ê meha yekemîn a 2011'an de wekî lîstikvanê herî serketî yê salê bê hilbijartin û bibe xwedî Xelata Goga Zêrîn.
Di nav teknîk dîrektorên herî serketî de jî Vicente Del Bosque (Teknîk dîrektorê Spanyayê), Jose Mourinho (Teknîk dîrektorê Real Madrîdê) û Josep Guardiola (Teknîk dîrektorê Barselonayê) hene.
Di nav sporkarên jin de jî Marta (heta niha herî zêde wê ev xelat girtiye), şampiyonên dinyayê yên Almanyayê Birgit Prinz â Fatmire "Lira" Bajramaj hene.
Xala balkêş ew e ku di fûtbolê de her sê lîstikvan jî ji Barselonayê ne. Heta niha du caran her sê lîstikvan ji heman tîmî bûne berendam û xelat girtine. Di sala 1988 û 1989'an de lîstikvanên hollandî yên Mîlanê yên navdar Marco Van Basten, Frank Rijkaard û Ruud Gulit bûbûn berendamên Xelata Goga Zêrîn û her du caran jî Van Basten ev xelat girtibû.
Xelata ku 10.01.2011'an de wê bê dayîn kanala Eurosportê wê bi awayekî zindî merasimê biweşîne.
Ji 208 welatan rojnameger, teknîk dîrektor û kaptanên tîmên neteweyî ji bo yekê hilbijêrin dengê xwe bikar tînin.