Diyarname
Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de maçên Dora 1'emîn îro dest pê dikin. Maça yekem îro li Batmanê ye di navbera Batman Petrol Spor û Hendek Sporê de bû. Batman Petrol bi 1-0 têk çû.
Maça Hendek Sporê di deqîqeya Yavuz Alemdar avêt û bi vê yekê Hendek Spor derbasî Dora 2'yemîn bû.
Maçên din sibê (8'ê mehê) têne lîstin û bername bi vî rengî ye:
- 76 Igdir Belediye - Ordu 1967: 0-0 (Di dema zêdek de Igdir bi 1-0 bi ser ket)
- Sîîrt Îl Ozel Îdare Spor - Çankaya FK: 0-0 (Di dema zêdek de Çankaya bi 1-0 bi ser ket)
- Karaman Belediye - Kahta 02 spor: 2-5
- Kuşadasi GSK - Modafen: 3-0
Maçên Kûpaya Tirkiyeyê A Spor diweşîne.
Têbinî: Piştî maç bi dawî bûn (7 û 8'ê mehê) ev nûçe hat nûkirin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Di Dora Yekem de tîmên kurdan jî hene