Diyarname
Di hilbijartinê giştî ya Norwecê de îtîfaka partiyên çep bi ser ket û niha dê dest bi hevdîtinên ji bo koalîsyonê bikin.
Bloka Çep di bin rêberiya Serokê Partiya Karkeran Jonas Gahr Stoere de ket hilbijartinê û dawî li desthilatdariya Serokwezîr Erna Solberg anî.
Li gor agahiyên pêşî ji 169 kursiyên li parlemenê îtîfaka çep 100 kursî girtine. Koalîsyona rasgir a di bin rêberiya Serokwezîr Solberg de bi vê encamê têk çû.
Di propagandayên hilbijartinê de germa global û hilberîna petrolê derket pêş.
Stoere ji bo koalîsyonê dê dest bi hevdîtinan bike. Berî vê yekê got, "Baweriya min ew e divê hikumete berfireh bê sazkirin û heta ji min bê ji bo ji gelek partiyan pişgirî bigirim ezê bixebitim."
2 KURD JÎ HATIN HILBIJARTIN
Li aliyê din di nav Eniya Çep de 2 kurd jî wekî mebûs hatin hilbijartin. Ji wan Seher Aydar (ji lîsteya Partiya Sor) ji Bakur e û Manî Hussaini (ji lîsteya Partiya Karkeran) jî ji Rojavayê Kurdistanê ye. Yekem car e li Norwecê du kurd wekî mebûs têne hilbijantin.


